DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin 2020-10-08 15:14:09 AMED – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF) rapora meha îlonê aşkere kir. DGF'ê di raporê de anî ziman ku 89 rojnameger girtî ne û di îlonê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin. Der barê 4 rojnamegeran de doz hatiye vekirin û li 10 rojnamegeran jî 36 sal ceza hatiye birîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF), ku her meh rapora binpêkirina mafan aşkere dike, rapora meha îlonê ya bi navê "Binpêkirina mafên rojnamegeran" aşkere kir. DGF'ê di raporê de anî ziman ku rojnameger bê navber bi tundî û zextan re rû bi rû man. DGF'ê da zanîn ku gelek malperên ajansan hatin asteng kirin û wiha got: "Sedama astengkirina malperan ji ber ku îqtîdar ji van nûçeyan bêzar dibe ye. Bi girtina ekranên televîzyonan û astenkirina malperan dixwaze çapemeniyê bêdeng bike. Tele1 û Halk TV her yek 5 caran ekranên wan hatin reşkirin. Dîsa gelek cezayên pereyan li qanalên televîzyonan birîn. Heta niha 89 rojnameger girtî ne. Di meha îlonê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin. Ferhat Çelik, Aydın Keser, Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Murat Agirel ji ber der barê endamên MÎT'ê de nûçe çêkirin ceza li wan birîn. Gelek rojnameger bi êrîş û tundiyan re rû bi rû man."     NÛÇEYA AVÊTINA JI HELÎKOPTERÊ   DGF'ê di raporê de anî ziman ku her roj rojnameger tên girtin û wiha bi dawî kir: "Di destpêka mehê de Rojnameger Hakkı Boltan li malê binçav kirin. Bi şertê kontrolê serbest berdan. Di 6'ê Cotmehê de bi ser buroyên Ajansa Mezopotamya ya Wanê û malên xebatkarên wê de girtin. Li Wanê di serdegirtina malan de 5  rojnameger binçav kirin. Ajansa Mezopotamya ji ber bûyera li Navçeya Şaxê ya Wanê kesên ji helîkopterê avêtin kir nûçe bû hedef. Piştî Servet Turgut û Osman Şiban ji helikopterê avêtin û ajansê nûçeya wan çêkir bûn hedef.  89 rojnameger girtî ne û di îlonê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin. Der barê 4 rojnamegeran de doz hatiye vekirin û li 10 rojnamegeran jî 36 sal û 10 meh û 13 roj û 20 hezar ceza hatiye birîn. Li rojnamegerekî sixûrî ferz kirin. Hêj darizandina 66 rojnamegeran didome. 32 nûçe û 3 malperên înternetê ragihandina wan hat asteng kirin.