Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin 2020-10-09 09:01:20 ŞIRNEX - Yek ji girtîgehên ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye. Malbatên girtiyan, dan zanîn ku ew dê zext û êrişên li ser girtiyan qebûl nekin û gotin: “Mirinê li zarokên me ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Em bang li raya giştî dikin ku bêdeng nemînin.” Di girtîgehên herêmê de, binpêkirina mafan û rewşa girtiyên nexweş ji rojevê nakeve. Li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê tenê di salekê de 4 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî mirin û binpêkirina mafan ên girtîgehan, bêdengiya  rayedaran didome û tu gavên girîng nayin avêtin.Yek ji van girtîgehan jî,  Girtîgeha Şirnexê ye. Girtiyên ku ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê, rb 2 hefte dernakevin hevdîtinê û heya daxwazên wan bên qebûlkirin ewê çalakiya xwe dewam bikin. Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexî dimînin, anîn ziman ku dewlet mirinê li girtiyan ferz dike û xwestin her kes bibe dengê girtiyan.   'NE SARINC Û NE JÎ TELEVÎZYONÊ NADIN GIRTIYAN'   Hevjîna girtiyê nexweş Nezî Katar, Cîhan Katar, diyar kir ku li girtîgeha binpêkirinên mafan gihiştine asta herî bilind û wiha axivî: “Ev 2 heftene girtî dernakevin hevdîtinê. Sedema wê jî, binpêkirinên mafan, şert û mercên xirab ên girtîgehê ne. Nezîr Katar ji mîdeya xwe nexweş e. Rayedarên girtîgehê şewba koronayê dikin hincet û nabin nexweşxanê. Katar 15 rojin ligel hevalên xwe di yek hûcreyê de tê girtin. Ne sarincê û ne jî televîzyonê didin wan. Hewa êdî sar dibe. Ava gerim nadin girtiyan. Dema ku wan sirgûn dikin jî, bi erdê ve kaş dikin û îşkencê li wan dikin. Êrîşên mezin li ser girtiyan hene. Em dixwazin ku ev êrîş bi dawî bibin. Li tu deverên cîhanê pêkanînên wiha nehatine dîtin. Çima ji diz û tecawîzkaran re efû heye, lê ji girtiyên siyasî re tune ye? Girtî jî welatiyên vî welatî ne. Ma çi sûcê wan heye? Sûcê wan ew e ku li dijî vê zilmê serî netewandine. Em naxwazin, di girtîgehan de, yek girtiyek din jiyana xwe ji dest bide. Pêwîste ev zilma li ser girtîgehan rabe."   '4 SALIN MIN KURÊ XWE NEDITIYE'   Yek ji malbatên girtiyan Akîde Ertaş jî, anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên sirgûnkirinê malbat û girtiyan ceza dike û wiha bi lêv kir: “Kurê min 7 sale girtî ye. Dema ku hat girtin li girtîgeha Mêrdînê dihat girtin. Pişt re wî sirgûnê Afyonê kirin. Ji Afyonê jî, sirgûnî Maltepeyê kirin. Ma ez ê çawa bikaribim ji vî temenî û şûnde rêwîtiyek 22 seatan bikim? Ev 4 salin mi kurê xwe neditiye. Ma qey ev edalete? Bi polîtîkayên sirgûnkirinê dixwazin me malbatan ceza bikin. Ger ew nêzî me bûya, qet nedibû me yê  bikaribûya biçin hevdîtinê. Diranê wî diêşe nabin nexweşxaneyê. Ger ku ev zilm nebe çiye? Em kurd in, ji ber vê zilmê li me dikin. Mirinê li girtiyan ferz dikin. Em vê qebûl nakin û bang li raya giştî dikin ku bêdeng nemînin."   'RÊ PIR DÛRE Û EM NIKARÎN BIÇIN HEVDÎTİNÊ'   Meryem Uyar jî, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha got: “Kurê min di Girtîgeha Trabzonê de ye. Ez dixwazim ku kurê xwe bibînim, lê ez nikarim biçim. Herî dawî dema ku ez çûm hevdîtinê me qeza kir. Rê pir dûre û em nikarin biçin.  Ji wê rojê heta niha ez neçûme. Ji bo ku bînin girtîgeheke herêmê bi dehan caran me daxwazname şand. Lê vegera rayedaran her tim neyînî bû. Kurê min bi mûebbetê tê darizandin. Divê ev nêzîkatiya dewletê ya li dijî girtiyan bi dawî bibe. Tenê daxwaza min ew e ku ez carekî din kurê xwe bibînim e.”    MA- Zeynep Dûrgût