Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye 2020-10-09 09:01:22 WAN – Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, anî ziman ku bi binçavkirina rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin aşkerekirin, ser heqîqetê tê girtin.  Li Wanê eskerên çûbûn operasyonê di 11'ê Îlonê de Osman Şîban û Servet Tûrgût bi îşkenceyê binçavkiribûn û dû re wan ji helîkopterê avêtibûn. Ajansa Mezopotamyayê jî ev yek bi belgeyan aşkere kiribû. Piştî vê li Wanê nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Hîn jî rojnamevan li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê di binçavan de ne.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, anî ziman ku ji bo pêşî li ber heqîqetê bê girtin rojnamevan hatine binçavkirin.    Gunay, bûyera avêtina ji helîkopterê di dîroka Tirkiyeyê de girîngtirîn bûyera îşkenceyê ye û got, bûyerên bi vî rengî di dawiya salên 1970'yî de di dema rêveberiya cûnatyê ya Arjantînê de qewimîbûn. Gunay, diyar kir ku berpirsiyar hewce nedîtine avêtina welatiyan a ji helîkopterê veşêrin jî û got, îşkencekirin û avêtina ji helîkopterê ya du welatiyên karkerên çandiniyê di qeydên nexweşxaneyê de jî xwe dane der.    Nûçegihanên MA'yê bûyera ku qewimiye ragihandine raya giştî ya Tirkiyeyê û ya cîhanê û got, bi binçavkirina nûçegihanan jî hatiye xwestin ser heqîqetê bê girtin.    Gunay got: "Bi îşkenceyê re hatiye xwestin operasyoneke bîrbiriyî biafirînin. Rêbaza sergirtina vê yekê jî bêdengkirina rojnamevanên bêalî û serbixwe ye. Bi vî awayî naxwazin rastî bigihê raya giştî. ev operasyon jî berdewama vê yekê bû."    Gunay, diyar kir ku îqtidara AKP'ê êdî pêdiviyê bi veşartina îşkenceyê jî nabîne û got: "Bêhiqûqîtî, îşkence, miameleya xirab û nîjadperestiyê manîpule dike û bi vî awayî bi çapemeniya xwe ya hewzê ardigihîne civakê. Îqtidar, çapemeniya ku nikare têxe bin banê xwe jî bi zext û zoriyan bi ser de diçe."    Herî dawî Gunay, destnîşan kir ku li dijî "bloka faşîst" a AKP-MHP'ê eniyeke demokrasiyê û têkoşîn divê.    MA / Mehmet Şah Orûç