Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan' 2020-10-09 09:06:59 VAN – Li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, ji rojnamevanan hatiye pirsîn ku ji bo şopandina nûçeyan telîmatê ji kê distînin, ji bo çi daxuyaniyên çapemeniyê dişopînin. Her wiha hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan jî ji rojnamevanan pirsîne.  Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem 4 roj in di binçavan de ne. Ji ber ku dozgeriyê biryara "veşarî" daniye ser lêpirsînê, nayê zanîn ku her 6 kes ji ber çi hatine binçavkirin.    Dozgerê lêpirsînê Îsmaîl Koker e. Koker di heman demê de dozgerê lêpirsîna Osman Şîban û Servet Tûrgût e ku di 11'ê Îlonê de eskeran ew binçavkiribûn û dû re ew ji helîkopterê avêtibûn.    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê û Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Parêzer BAriş Oflas, hevdîtin bi rojnamevan û belavkarên rojnameyê yên di binçavan de çêkir. Oflas, bilêv kir ku armanca sereke ya operasyonê astengkirina binpêkirinên mafan ên li herêmê ne.    ‘EM ŞAHID IN KU RASTIYÊ RADIGIHÎNIN CIVAKÊ'    Oflas, diyar kir ku piraniya nûçegihanên MA'yê nas dike û got, li kû derê binpêkirineke mafan hebe ev rojnamevan diçin wê radigihînin raya giştî. Oflas, destnîşan kir ku şahid e ku ev rojnamevan rastiyê digihînin raya giştî û got: "Nexasim jî 3 sal in hemû binpêkirinên mafan ên li Wanê aşkere dikin û radigihînin raya giştî."    Oflas, bilêv kir ku ji ber pîşeya xwe binçavkirina rojnamevanan binpêkirina mafan e.    ‘BIRYARA VEŞARÎ'    Oflas, bal kişand ser biryara "veşarî" ya li ser dosyeya rojnamevanên hatine binçavkirin û got, armanca sereke ya vê yekê ew e ku der barê xebatkarên çapemeniyê de bîrbiriyek bê afirandin.    Oflas, diyar kir ku biryara veşarî bayê qebûlkirin û got: "Biryara veşarî, binpêkirina mafê parastinê ye. Em parêzer ji bo der barê dosyeya muwekîlê xwe de parêziyê bikin, divê em hemû delîlan nîqaş bikin û li gor delîlan parêziyê bikin. Biryara veşarî ne biryareke hiqûqî ye." Her wiha Oflas, diyar kir ku ev yek jî operasyoneke bîrbiriyî ye.    Parêzer Oflas, anî ziman ku bi emniyetê û dozgeriyê re hevdîtin çêkirine û di van hevdîtinan de hatiye gotin, di dosyeya lêpirsînê de qeydên telefonan û guhdarîkirinên telefonan hene.    DI BIN NAVÊ 'SOHBETÊ' DE EW DANE BER LÊPIRSÎNÊ    Oflas, anî ziman ku polîsan rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî bi awayekî xeyrî hiqûqî di bi navê sohebetê de daye be rlêpirsînê.    Hat ragihandin ku polîsan ji rojnamevanan pirsiye; ji bo şopandina nûçeyan telîmatê ji kê distînin, ji bo çi daxuyaniyên çapemeniyê dişopînin. Her wiha hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan jî ji rojnamevanan pirsîne.    MA / Dîndar Karakaş