Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin 2020-10-09 11:26:51   SÊRT – Qeyûmê danîn ser Şaredariya Qersê Osman Hacibektaşoglû û Serokê AKP’a Sêrtê Ekrem Olgaç bi hev re xebatên şaredariyê kontrol dikin.    Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglû yê wek qeyûm danîn şûna Hevşaredarên Sêrtê yên HDP’yî Bêrîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan, li gel rêveberên Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Sêrtê xebatên şaredariyê kontrol dikin. Balkêş e ku qeyûm û walî Hacibektaşoglû û Serokê Rêxistina AKP’a Sêrtê Ekrem Olgaç bi hev re xebatên nefta şaredariyê kontrol kirin.    Hesabê medya civakî yê şaredariyê têkildarî kontrolê parvekirin hat kirin.