Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin 2020-10-09 12:28:21   STENBOL - Rojnameger û Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili, di çarçoveya doza ku bi hinceta "Sînor îhlal kiriye" lê hatibû vekirin, îfade da.   Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi KHK'ê hatibû girtin Kemal Sancili, di çarçoveya doza ku bi hinceta "Sînor îhlal kiriye" lê hatibû vekirin, çû îfade da. Dadgeha Cezayê Asliye ya Îpsala xwest Sancili bi fermanê îfade bide. Sancili, li ser vê yekê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Asliye îfade da. Sancili, di îfadeyê de diyar kir ku di dîroka bûyerê de xwest di ser Yunanistanê re derbasî  Almanyayê bibe û nizanibû ku ew herêm qedexe ye."    Parêzer Sercan Korkmaz, jî xwest ku muwekilê wî ji danişînê vareste (muaf) bibe. Danişîna dozê taloqî 26'ê Çile kirin.