Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin 2020-10-09 12:39:50 AMED - Ji Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Bijişk Osman Dogan û Hevserokê HDP’ê yê berê Mehmet Veysî Dîlekçî yên bi hinceta xebatên KCD’ê tên darizandin re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.    7’emîn danişîna doza derbarê Parlameterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Bijîşk Osman Dogan û Hevserokê berê yê HDP’ê yê Wanê Mehmet Veysî Dîlekçî de îdîaya “endamtiya rêxistinê” xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rêve birin de hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Îpekyuz û Dîlekçî tevlî danişînê nebûn. Dogan û parêzer Mehmet Emîn Aktar, Bariş Yavûz, Resûl Temûr û Servet Ozen di danişînê de amade bûn. Dogan di danişînê de, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin û beraeta xwe xwest. Parêzeran jî, xwestin ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.   DOZGER CEZA XWEST    Dozgerê dozê, mutalaya xwe aşker kir û ji 7 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê ji bo Îpekyuz, Dogan û Dîlekçî xwest.    DEM JI BO PARASTINÊ HAT DAYÎN    Şandeya dadgehê, li ser daxwaza parêzseran ji bo parastinê dema da û danişîn taloqî 12’yê Sibata 2020’an kir.