Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin 2020-10-09 12:55:26 ŞIRNEX -  Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi boneya 22'yemîn salvegera 9'ê Cotmehê daxuyanî da û got: "Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, li tevahiya welat belav bûye û civak bê nefes hiştiye."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi boneya 22’yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hat, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyê, aktîvîstên TJA û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em komploya 9'ê Cotmehê ya navnetewî şermezar dikin" hat vekirin.   Rêvebira HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksu daxuyanî da û wiha got: "Di ser plana navneteweyî ya 9'ê Cotmehê re 22 sal derbas bûn. Ev plana ku di 9'ê Cotmeh a 1998'an de hat destpêkirin, roja destpêkirina komploya li dijî Rojhilata Navîn tevahî bû. Vê plana ku li dijî ramanên gelên Rojhilata Navîn ku dikare bibe sedema tekoşîna aştiyê, di roja me ya îro de pêşiya pirsgirîkên mezin vekir."   'DIXWAZIN CIVAKÊ BÊNEFES BIHÊLIN'    Aksu, bal kişand ser nêzîkatiya Ocalan ji bo pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye û wiha pê de çû: "Di salvegera  22'emîn a  vê plana navneteweyî de, tecrît berdewam dike. Malbata Ocalan bi awayekê neqanûnî tê astengkirin û destûr nadin ku bi  parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne.Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin îro li tevahiya welêt belav bûye û tê xwestin ku bêhn li civakê bê qutkirin. Em ê li dijî vê hişmendiya ku dixwaze civakê bê nefes bihêle, têkoşîna xwe ya parastina civakî, jiyana hevpar û avakirina komara demokratîk bidomînin."   Piştî axaftinê daxuyanî bi berz kirina tilîliyan bi dawî bû.