9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle 2020-10-09 14:02:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin lidarxistin de wiha  hat gotin: "Pêvajoya komployê ya di 9'ê Cotmehê de dest pê kir îro bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Lê Ocalan ligel şertên tecrîda girankirî jî, her tim hewl da ku pêkvejiyana gelên Kurd û Tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne." 22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat li Mêrdîn, Riha, Çewlig û gelek bajar û navçeyan bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin.    RIHA    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bi boneya rojê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên HDP'ê yê bajêr û navçeyan, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi wesîleya rojê hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Navçeya Curnê Reş Newroz Karakeçîlî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû.  Ev plana ku berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn, bandora xwe li ser gelek geşedanên îro jî kiriye û bûye sedema gelek pirsgirêkan.    KOMPLO BI TECRÎDÊ DEWAM DIKE   Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê ve, ev plan hate destpêkirin. Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bînin pêşberî hevdu û wan têxin qirika hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan hêzan a ku dixwestin li deverê şerekî mezin û bi salan bidin destpêkirin ferq û fehm kir û li dijî wê plana qirêj û bi talûke seknek nîşan da û ew plan pûç kir. Ocalan li dijî vê plana ku dixwaze gelan bixe qirika hevdu, riya çareseriyê bi pêş xist û bi fikra Komara Demokratîk û pêkvejiyana gelan bersiveke dîrokî da vê planê.    PÊKVEJIYAN GELAN ESAS GIRT    Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, piştî salan derbarê vê planê de gotibû ‘Min jî fehm nekir ku gelo Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kir.’ Ev beyana Ecevît nîşan dide ku ev plana radestkirina Ocalan li ser maseyan û ji aliyê hêzên nepenî ve hatiye amadekirin. Bi radestkirina Ocalan û bi vê pêvajoyê diyar bû ku di têkiliyên navdewletî de li şûna pîvanên dîplomatîk, reftarên komplogeriyê esas tê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî parçeyekî vê planê bû. Ocalan ev xetereya bi fehm û feraseta xwe pûç kir û rê li ber şerê navxweyî girt. Di bin şertên tecrîda girankirî de, her hewl da ku pêkvejiyana gelên Kurd û Tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne.    Ocalan hem li dijî vê planê û hem jî li dijî tecrîdê, fikr û nêrînên xwe li ser bingeha qebûlkirin û naskirina cudahiyan ava kir û her hewl da ku rê li ber şer bigire. Bi avakirina modela Neteweya Demokratîk ve xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin. Lê dewletê bi tecrîd û tûndiyê bersiv da vê modelê û banga Ocalan û loma jî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya îro xwe dispêre vê nêzikatiya dewletê. Nêzikatiya li Ocalan nêzikatiya li pirsgirêka Kurd û nêzikatiya demokrasiyê nîşan dide.    DIXWAZIN BI TECRÎDÊ GELAN BIFETISÎNIN   Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”   MÊRDÎN    Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li ber avahiya partiyê bi boneya salvegera komloyê daxuyanî da çapemeniyê. Wekîla HDP’ê û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Bajêr Salîh Kûday, daxuyanî da û wiha got: “Bi tecrîdê, hewl didin gelên kurd û tirk bînin beramberî heve û şerekê navxweyî derbixin. Dixwazin herêmê bixin qada şer û pevçûnek mezin û dem dirêj. Ocalan ê li dijî plana van hêzan derdikeve, bi sekna xwe ya li Îmraliyê di hedefê deye. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji vê dafikê derbikevin, pêwîstî bi komara demokratîk û jiyana hev beş heye. Ocalan jî her tim hewldana vê yekê daniye holê.”   'EM Ê JIYAN HEVPAR BIPARÊZIN'   Kûtay di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”   Daxuyanî dûre bi lêxistina çepikan bi dawî bû.    ÇEWLIG    Rêxistina HDP'ê ya Çewligê jî, bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Çewligê Veysî Kaya, daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser komploya 9'ê Cotmehê û ev roj şermezar kir.    PANELA TECRÎDÊ   Dûre li avahiya partiyê panela "Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de, tecrîd û komplo" hat lidarxistin. Moderatora panelê Songul Barça kir. Endamê MYK'a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tûnç û endamê PM'a HDP'ê Mûrat Aydin weke axaftinvan beşdarî panelê bûn. Tunç, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, dewama komploya navneteweyî ye. Tunç, dest nîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû mirovahî kirin hedef û wiha got: "Ji bo vale derxistina vê komployê, divê gelê me yekitiya xwe ya nateweyî ava bike û têkoşîna xwe mezintir bike."   Endamê Meclîsa HDP'ê Mûrat Aydin jî, bal kişand ser astengkirina  hevjînên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re û wiha bilêv kir: "Bi vê pêkanînê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Lazime ku ev asteng û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."