Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn 2020-10-09 14:37:34 STENBOL – Di şermezarkirina binçavkirina endam û rêveberên ESP’ê û SGDF’ê de peyama li dijî faşîzmê li ber xwe dane hat dayîn.  Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) binçavkirina endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li ber Edliya Çaglayana Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de dirûşm hatin berzkirin.    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’    Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran axivî û diyar kir ku tê xwestin têkoşîna bindestan têk bibin û ew ê destûr nedin êrişan û ew ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.    ‘GOTINA DAWÎ EM Ê BÊJIN’    Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî anî ziman ku got wê êrişên floka faşîst a AKP-MHP’ê bi ser nekevin û gotina herî dawî wê têkoşer, berxweder û demokrasîxwaz bêjin.    ‘BÊDENGÎ TUNE, BERXWEDAN HEYE’    Hevserokê SGDF’ê Denîz Bahçecî jî destnîşan kir ku êrişên Qesrê dê bi ser nekevin, wê nikaribin ciwanan û bindestan bêdeng bikin û ew ê li dijî êrişên faşîst li kolanan berxwedana xwe bidomînin.    Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.    BINÇAVKIRIYAN BIRIN EDLIYÊ    Li aliyê din 29 kesên di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê û SDGF’ê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê birin Edliya Çaglayana Stenbolê û li vir îfadeyên wan tên girtin.