Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin 2020-10-09 15:21:50 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên civakî yên sivîl bertek nîşanî neradestkirina cenazeyan dan û diyar kirin ku Saziyên T iba Edlî bûne amûrên şerê psîkolojîk û bang kirin ku cenazeyan radestî malbatan bikin.    Li Stenbol, Dersim û Enqereyê rêxistinên civakî yên sivîl ji bo radestkirina cenazeyên li cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane werin radestkirin, civînên çapemeniyê li dar xistin.    Li Stenbolê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER), Malbatên Şehîd û Girtiyan ên Partîzan (PŞTA), Yekîtiya Demokrasiya Nû ya Malbatan,  Platforma Dengê Girtiyan û Komeleya Malbatên Girtiyan (OTSP) li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya û gelek welatî beşdar bûn.   Li Enqereyê jî heman rêxistinên civakî yên sivîl û HDP’ê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyêl i dar xistin. Li Dersimê jî heman saziyan li Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist.     ‘CENAZEYAN RADESTÎ MALBATAN BIKIN’   Di daxuyaniyên civînan de metna hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyan de ji Saziyên Tiba Edlî hat xwestin gavek beriya gavekê bila encamên cenazeyan eşkere bike. Di daxuyaniyan de nedayîn ango neradestkirina cenazeyan wek êşkenceyê hat pênasekirin û wiha hat gotin: “Li Saziyên Tiba Edlî û di teşhîsa DNA’yan de dawî li êşkenceya li dijî cenazeyan û malbatan bînin.” Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku Saziyên Tiba Edlî bûne amûra şerên taybet û psîkolojîk û tevî malbat cenazeyan teşhîs jî dikin radestî wan nayên kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin di salên dawî de cenaze tên parçekirin û her cûre sepanên cuda li dijî cenazeyan tên kirin. Di daxuyaniyan de şandina cenazeyê endamê HPG’ê Egît Îpek ê bi rêya kargoyê ji malbatê re şandin hat bibîrxistin û cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlyosê hatine veşartin dij mirovahî ye. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin divê rayedar û Saziyên Tiba Edlî guh bidin malbatan û cenazeyên zarokên wan demildest werin radestkirin.