ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN 2020-10-10 09:00:28 * Rojnamevan Weysî Tallî destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Başurê Kurdistanê û krîz û aloziyên aborî û siyasî yên li Herêma Kurdistanê têkiliyek manewî di navbera xelkê û hikumetê de nehiştiye. Tallî bal kişand ser qereqolên li ser sînorên başûr û rojavayê Kurdistanê tên çêkirin jî û got çêkirina van qereqolan ne tesadufî ye û çekirina qereqolên li ser sînor jî amadekariya operasyonek mihtemel dide nîşandan.  * Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, diyar kir ku 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn dewama komployê ye û got: “Bi vê biryarê paradigmaya Ocalan a ku pêşkêşî gelan kiriye, di hedefê de ye.”    * Li Şîşliyê Kampusa Zanîngeha Marmarayê hatibû xerakirin. Wê li şûna kampusê avahî bên çêkirin. Şêniyên taxê bertek nîşandan û dixwazin qada heyî bibe cihê kombûnê ya ji ber erdhejê û qada jiyanê. Her wiha şêniyên taxê gotin, wê nehilin taxa wan bibe beton.    * Wênesaz û nivîskar Îbrahîm Balaban ji bo Girtîgeha Îmraliyê dibêje, "Gava mirov ji jor de lê dinêre wekî bihuştê ye, lê gava dikeve hundirê wê wekî dojehê ye." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 hezar û 774 roj in di vê "girtîgeha ji jor de wekî bihuştê, ji hundirê ve wekî dojehê" de ye.    * Kuaforên ku berên xwe bi dolaran dikirin hindik mane top bavêjinç Kuafor Mete Ozdemîr got: "Wezîrê me dibêje 'çi îşê me bi dolar e' lê em bereke bi 2 TL'yan bi 12 TL'yan dikirin."    * Wezareta Pîşesazî û Teknolijiyê, Walîtiya Mêrsînê û Ajansa Pêşketinê ya Çûkûrovayê li Taxa Adanalioglûyê ji bo penaberên sûriyeyî konteynerên tenduristiyê çêkiribûn, lê belê di dema pandemiyê deriyê wan jî nehatiye vekirin.    * Li Sêrtê rêya gelek gundan nayên çêkirin. Welatiyan bertek nîşan da û gotin a tê kirin cihêkarî ye û xwestin rojek berî rojekê rêyên wan bên çêkirin.    * Boksor Selîm Ahmet Kemaloglû, Zeynep Şenpinar kuştibû. Malbata Şenpinar bal kişand bêdengî û bêhesasiyeta saziyan û polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê ya ji bo cinayetên jinan û xwest Peymana Stenbolê pêk bê.   * Li Silopiyayê cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne û dibêjin, par ji ber pembo xisirîbûn lewma îsal wê bi fisteqan xisara xwe derxin.    * Baroya Stenbolê dê ji ber avahiya Şaredariya Beyoglûyê heta Navenda Kongreyê ya Halîçê meş li dar bixe û pişt re kongreya Desteya Giştî pêk bîne. (11.00)    * Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 609'emîn de, li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê weke her hefteyê wê vê hefteyê jî, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin çalakiya 811'emîn li ser meyda civakî li dar bixin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 446'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 318'emîn de çalakiyê li dar bixin. (13.30-14.00)   * Dê li gelek bajaran qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê werin bibîranîn. (10.00-19.00)   * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)derbarê girtina rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala yên duh li Wanê hatin girtin li avahiya xwe dê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Rêxistina Partiya DEVA ya Amedê dê bi beşdariya Serokê Giştî Alî Babacan 1'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (14.00)   * Rêxistina HDP'a Îzmîrê dê têkildarî "tecrîd û bêçareserî" panel li dar bixe. (16.00)