Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin 2020-10-10 09:03:57 STENBOL - Li Şîşliyê Kampusa Zanîngeha Marmarayê hatibû xerakirin. Wê li şûna kampusê avahî bên çêkirin. Şêniyên taxê bertek nîşandan û dixwazin qada heyî bibe cihê kombûnê ya ji ber erdhejê û qada jiyanê. Her wiha şêniyên taxê gotin, wê nehilin taxa wan bibe beton.  Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di sala 2018'an de 26 donim araziyê Kampusa Nîşantaşê ya Zanîngeha Marmarayê xistibû ber îhaleyê. Li gor plana îarê ya hatiye amadekirin wê fonksiyona "zanîngehê" ya qada heyî bê betalkirin û wê li şûna wê avahiyên ji bo bazirganiyê bên çêkirin. Dap Yapiyê îhaleya vê qada heyî bi 1.7 milyar TL'yî qezenc kiriye û ji bo avahiyan çêbike dest bi xerakirinê kiriye.    ŞÊNIYÊN TAXÊ DOZ VEKIRIN    Şêniyên Taxa Teşvîkiyeyê ku dixwazin ev der bibe "cihê kombûnê ya ji ber erdhejê û qada jiyanê", li dijî projeya înşeatê tevgeriyan û ji bo plana îmarê bê sekinandin di 14'ê Tebaxê Şaredariya Şîşliyê û Wezareta Bajarsaziyê dan ber mehkemeyê. Piştî dadgeh dest pê kir xebatên li qadê hatin sekinandin.    Şêniyên taxê destnîşan dikin qethiyen ew naxwazin taxa wan bibe beton.    Şêniyê Taxê Mûstafa Akin Ozerden, destnîşan kir ku li tevahiya Stenbolê her der tê betonkirin û got, hema bibêje cihekî hêşîn nemaye. Ozderen got: "Ji nav navçeyên Stenbolê herî kêm li Şîşliyê qadên kombûnê yên erdhejê hene. Tenê cihê Kampusa Zanîngeha Marmarayê dikare bibe qada kombûnê ya erdhejê. Lê belê niha înşeat hatiye destpêkirin. Heger niha erdhejek çêbibe cihekî ku mirov pê de biçin tuneye."    'SÛC E'   Tolga Bektaş jî destnîşan kir ku diyar kir ku ev der qadeke ji bo perwerdehiyê bû lewma ya tê kirin sûc e. Bektaş got: "Geleke deverên hçşîn ên Stenbolê hatin tunekirin. Bi Projeya Galaportê qadên hêşîn ên wê derê jî hatin tunekirin. Pankart li wê derê daliqandine, 'Stenbol a te yeî behr a te ye.' Heger pereyê te hebe ya te ye, tunebe ne ya te ye."    Bektaş, destnîşan kir ku wê şêniyên Taxa Teşvîkiyeyê xwe bi rêxistin bikin û wê vî sûcî qebûl nekin.    ‘TU FÊDEYA WÊ TUNEYE'    Parêzer Ozge Çetîn ku hem şêniya taxê ye û hem jî pêvajoya hiqûqî dişopîne got: "Di vir de tu tiştekî bi kêrî cemaweriyê bê tuneye. Ev der jib o erdhejê cihê me yê kombûnê ye, li cihekî wisa ne mimkun e ku avahî bên çêkirin. Tu fêdeyeke wê ji bo cemaweriyê tuneye. Jixwe devereke hêşîn nemaye û niha jî dixwazin cihê heyî tune bikin."    Çetîn, destnîşan kir ku ji bo bi temamî bê betalkirin serî li Dadgeha Îdareyê ya 8'an a Stenbolê dane û got, pêvajoya hiqûqî hîn jî didome.    MA / Erdogan Alayûmat