‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e' 2020-10-10 09:05:46 STENBOL – Wênesaz û nivîskar Îbrahîm Balaban ji bo Girtîgeha Îmraliyê dibêje, "Gava mirov ji jor de lê dinêre wekî bihuştê ye, lê gava dikeve hundirê wê wekî dojehê ye." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 hezar û 774 roj in di vê "girtîgeha ji jor de wekî bihuştê, ji hundirê ve wekî dojehê" de ye.  Girtîgeha Îmraliyê ewilî di sala 1935'an de wekî girtîgeheke nîvvekirî tê çêkirin. Lê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bo komployeke navdewletî tê revandin û wî tînin Tirkiyeyê, wê dikin girtîgeheke bilind. Sînemager û hunermend Yilmaz Guney, wênesazê rûm Andûlos Stafanodîs, nivîskar Rifat Ilgaz, wênesaz-nivîskar Îbrahîm Balaban jî di vê girtîgehê de mane. Her wiha piştî darbeya eskerî ya 1960'î siyasetmedar Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîn Ruştu Zorlû jî li vê derê hatin hepskirin.    Tê gotin cara ewil di sedsala VII'emîn de li Îmraliyê mirov bi cih dibin û piştî vê navê "Kalolîmnos (Lîmankoy)" lê tê kirin. Piştî fermandarê Orhan Begê Emîr Alî giravê ji bîzansiyan distîne navê Emîr Alî lê dike û dû re navê Îmrlaiyê lê tê kirin.    Îmrali, di dema Osmaniyan de giraveke girêdayî qezaya Mûdanyeyê bûye û di destpêka sala 20'an de 3 gundê rûman lê hebûne. Di sala 1913'an de li giravê 250 mal, dibistanek, sê manastir hebûne û bi giştî hezar û 200 rûm lê bûne. Kesên li giravê pîvaz diçandin û masîvanî dikirin. Berên li vê derê dihatin çandin li Stenbolê dihatin firotin.    DÊR KIRIN QAWÎŞ    Di sala 1915'an de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike, gelê rûm ê li Îmraliyê îskanî Gemlîk û Bûrsayê tên kirin. Girav, bi temamî tê valakirin. Çendî ku piştî şer gel cardin vegeriyabe jî, lê belê piştî Peymana Lozanê bi Mubadeleya Nifûsê ya 1924'an gelê giravê dişînin Yûnanîstanê û girav heya demekê vala dimîne.    Di sala 1935'an de hosteyê înşeatê Hoste Fahrî dîwarên dêrê yê texrîbbûyî diselhîne û wê dike qawîşek. Piştî vê dibe Girtîgeha Îmraliyê.    GELEK KESÊN NAS DI ÎMRALIYÊ DE MAN    Paşê Îmrali wekî girtîgeheke nîvvekirî tê bikaranîn û gelek kesên nas tê de dimînin. Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatîn Ruştu Zorlû û Wezîrê Maliyeyê Hasan Polatkan tên girtin û cezayê wan ê mirinê li Girava Îmraliyê tê înfazkirin. Cesedê wan 29 salan li Girava Îmraliyê dimîne û di 17'ê Îlona 1990'î de dibin Stenbolê. Her wiha hunermend û sînemager Yilmaz Guney, wênesazê rûm Angulos Stafanodîs, nivîskar Rifat Ilgaz û wênesaz-nivîskar Îbrahîm Balaban jî di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin.    BALABAN LI ÎMRALIYÊ WÊNEYAN ÇÊDIKE    Wênesaz û nivîskar Îbrahîm Balaban di pirtûka xwe ya bi navê “Nazım Hikmet’le Yedi Yıl” de behsa salên xwe yên li Girtîgeha Bûrsa û Girtîgeha Îmraliyê dike. Gava Balaban ji Girtîgeha Bûrsayê sewqî Girtîgeha Îmraliyê dikin, Balaban li vê derê gelek wêneyan çêdike. Balaban ku şagirtê helbestkar Nazim Hîkmet, girtiyên li Girtîgeha Îmrlaiyê dixebitin ji xwe re model digire û wêneyên wan çêdike.   ‘JI JOR DE BIHUŞT JI HUNDIR VE DOJEH'    Balaban ku ji bo Girtîgeha Îmraliyê dibêje "Gava mirov ji jor de lê dinêre wekî bihuştê ye, lê gava dikeve hundirê wê wekî dojehê ye" vê rewşê wiha bilêv dike: "Li nav rezan goşiyên tirî. Hirmî, sêv, xox û gilyazên bi daran ve her yek jê nahmeteke dinyayê, tu dibêjî qey tehameke bihuştê ne. Lê belê kesên ev êmişên tahmxweş çandine dojehî bûn, yanî girtî bûn. Gava yek 'Bibêje 'Ê ev baxçe çand ez im, ê ev baxçe koland ez im, ê ev darhejîr çand ez im' û rabe goşiyek tirî jê bike, wê miameleya dizan pê bikin wî têxin hucreyê û wê hebên tirî yeko yeko di qirika wî de bûbûna qor."    7 HEZAR Û 774 ROJ IN LI ÎMRALIYÊ YE    Lê belê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 hezar û 774 roj in di vê girtîgeha ku Balaban ji bo wê dibêje "ji jor de wekî bihuştê, ji hundirê ve wekî dojehê" de ye. Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin.    Parêzerên Ocalan ji sala 1999'an heya 27'ê Tîrmeha 2011'an ji bo hevdîtinê gelek serlêdan kirin, lê belê ji xeynî çend hevdîtinan serlêdanên wan hemû bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e" û" keştî xerabe ye" hatin redkirin. Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya 2'yê Gulana 2019'an jî 810 caran serldan kirin lê belê serlêdanên wan bi hincetine cuda hatin redkirin.    Piştî greva birçîbûnê ku Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 7'ê Mijdaraa 2018'an de dabû destpêkirin û di demeke kurt de li tevahiya girtîgehan belav bûbû, parêzeran hevdîtin bi ocalan re çêkir. Parêzer di navbera 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Parêzeran di sala 2019'an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan kirin lê belê tenê 5 serlêdanên wan hatin qebûlkirin û 67 serlêdanên wan jî bêbersiv hatin hiştin. 32 serlêdan jî bi heman hincetan hatin redkirin. Her wiha serlêdanên parêzeran ên di sala 2020'an de jî bê bersiv hatine hiştin û herî dawî jî hedvîtina parêzeran a bi Ocalan heya 6 mehan hat qedexekirin. Hevdîtina parêzeran ji ber "Nexşerê"ya Ocalan hat qedexekiri ku Ocalan "Nexşerê" wekî berdewamiya parêziya xwe berpêşî DMME'yê kiribû."    MA / Sadiye Eser