Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin 2020-10-10 09:07:07 MÊRSÎN – Wezareta Pîşesazî û Teknolijiyê, Walîtiya Mêrsînê û Ajansa Pêşketinê ya Çûkûrovayê li Taxa Adanalioglûyê ji bo penaberên sûriyeyî konteynerên tenduristiyê çêkiribûn, lê belê di dema pandemiyê deriyê wan jî nehatiye vekirin.  Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Walîtiya Mêrsînê û Ajansa Pêşketinê ya Çûkûrovayê li di çarçoveya "Bernameya têkoşîna li dijî Covîd-19'ê" de li Taxa Adanalioglûyê ji bo penaberên sûriyeyî konteynerên biteker anîbûn. Lê belê derket holê hema bibêje deriyê wan jî nehatiye vekirin.   Mehmet Dîzbey (42) bîbir xist ku kamp ji bo penaberên sûriyeyî hatiye avakirin û got, nexasim jî zivistanê hejmara penaerên ji bo li nav erdan bixebitin zêde dibe. Dîzbey, bilêv kir ku ji bo kesên li vir ji şewba Covîd-19'ê bên parastin du meh berê konteynerên tenduristiyê li vê derê hatine bicuhkirin û got: "Gava ewilî konteynerên tenduristiyê anîn, li sincirandina laşê me mêze kirin. Lê du meh in wekî xişran li vê derê ne. Piştî konteyner anîn kes hew hat nepirsî."    Dîzbey, destnîşan kir ku deriyên konteyneran qufilandîne û got: "Em nizanin çi di wan de hene. Çimkî qet nehatine vekirin. Ên li vê derê dimînin qet bi kar neanîne. Tenê ji bo dîtbariyê li vê derê ne. Du meh berê walîtiyê çend pakêtên biçûk ên alîkariyê anîn. Di hundirê wan de deenfektaneke biçûk, sabûnek, mîntaqek û serê kesekî maskeyek hebû."    Penaberan anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'ê nikarin ji kampê derkevin û got, lê belê nikairn xwe biparêzin jî.    MA / Omer Akin