Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya 2020-10-10 09:08:52 MÛGLA - Boksor Selîm Ahmet Kemaloglû, Zeynep Şenpinar kuştibû. Malbata Şenpinar bal kişand bêdengî û bêhesasiyeta saziyan û polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê ya ji bo cinayetên jinan û xwest Peymana Stenbolê pêk bê.  Li Taxa Koteklî ta navçeya Menteşe ya Mûglayê Boksor Selîm Ahmet Kemaloglû (26) di 24'ê Gulanê de Zeynep Şenpinar a 25 salî kuştibû. Kemaloglû, duh na pêr cara ewil derket pêşberî dadger. Kemaloglû, li dadgehê xwe li bîrkorî û nerihetiyên derûniyê danîn û dadgehê jî ji bo raporên ehliyeta cezayî danişîn taloqî 28'ê Çileya 2021'ê kir.    Malbata Şenpinarê jî tevlî danişînê bû. Malbatê bal kişand bêdengî û bêhesasiyeta saziyan û polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê ya ji bo cinayetên jinan û xwest Peymana Stenbolê pêk bê.    ‘BILA PEYMANA STENBOLÊ BÊ PÊKANÎN'    Dayik Arûz Şenpinar, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û got: "Heger peyman bihata pêkanîn, wê Zeynep sax bûna."    Her wiha dayik Şenpinar, bertek nîşanî parêziya sûcdar Kemaloglû da û got: "Ji bo xwe bi xelasiyê bixe, xwe lî dînîtiyê datîne. Ma ne temam be îja wê biçe zarokên xelkê bikuje? Wê biçe jina bikuje? Xeyalên keça min hebûn. Wê bûbûna mamoste. Xeyalên wê tarûmar kirin. Keça min di Cejna Qurbanê de kuşt. Cenazeyê keça min wekî qurbanê ji min re şand. Dixwazim çi qas cezayê giran hebe lê bê birîn. Êdî bila tu dayik neêşe. Bila li dadgehan ji ber qerewatê bê ceza nemînin. Êdî bila Peymana Stenbolê bê pêkanîn."    ‘BILA SERLÊDAN ESAS BÊN GIRTIN'    Xwişk Zeynep Şenpinar jî anî ziman ku ji bo Zeynebine din jî nemirin xwest dwlet tevdîrine cidî bigire. Her wiha Şenpinarê destnîşan kir ku êdî divê serşêdanên jinan jî esas bên girtin û got: "Heger jin dev ji giliyên xwe berdin jî divê esas bên girtin û bên şopandin. Heger li vî welatî ditin biguhere wê jin karibin bijîn. Jin, ne koleyên tu kesî ne. Divê li kuçeyan azadtir bin. Ne mecbûr in di bin banê hin kesan de bin. Êdî divê her kes fêm bike ku jin û mêr wekhev in. Me xwişka xwe şand zanîngehê û dibistana xwe qedand. Tiştên diqewimin tu jin heq nakin. Dildarên her keçên ciwan hene, lê divê bedêla wê nemirin be. Ma Zeynebê çi lê kiribû rabû wê bi awayekî hovane kuşt."    ‘ZEYNEBÊ TEVÎ XEYALÊN WÊ SPARTIN AXÊ'    Bira Kemal Şenpinar jî anî ziman ku Zeynep tevî hemû xeyalên xwe hat biaxkirin. Bira Şenpinar, bal kişand ser bêdengiya dewletê û got: "Kujer niha di destê dewletê de ye. Têkoşîna me jî ew e ku sûcdar bê cezakirin û edalet pêk bê. Tenê meha borî li vî welatî 26 jin hatine kuştin. Li vî welatî hin qetilxûn jinan dikujin û bi rihetî dertên û nayên cezakirin. Divê cezane giran li vana bê birîn da ên din jî cesaretê ji wan negirin. Ji bo cinayet çênebin divê cezane giran bên birînç Lê mixabin ev yek nayê kirin."