Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê 2020-10-10 09:54:47 ENQERE - Rojnameger û Aktîvîsta Aştiyê Zamîra Abassanova, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye û Rûsya yên li ser şerê di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de û wiha got: “Tevlêbûna Tirkiye û Rûsya ya şerê Ermenîstan û Azarbeycanê dê herêma Karabaxê bikin mîna Sûriyeyê.  Rojnameger û Aktîvîsta Aştiyê Zamira Abassanova, der barê şer û rageşiya di navbera Ermenistan-Azerbaycanê de pêş dikeve ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Abassanova, anî ziman ku ji bo şerê di navbera Azerbeycan û Ermenîstan de bi dawî bibe, divê civaka navneteweyî bi hevre bertek nîşan bide û wiha got: "Sedema geşbûna şerê di navbera du welatan de lawaziya bertekên civakên navneteweyî ne. Eger Rusya dest ji Kafkasyaya Bakur berde, Fransa û DYA hêzê nede Rûsya ku muzakereyan bi rêve bibe wê demê aştî dê pêkan be. Rusya ji destpêka şer de ji bo herdu aliyan dilîze. Rûsya şer dide herdu aliyan jî. Li aliyekî çekan difiroşe wan, li aliyê din banga aştiyê dike. Ev bang ne ji dil e. Rûsya durû nêzîkî herdu aliyan dibe. Ev helwesta Rûsya dê felekê bîne serê herdu welatan."   TIRKIYE ROLEKÎ SEREKE DILÎZE   Abassanova bal kişand ser rola Tirkiyeyê û wiha axivî. Tirkiye di şerê heyî de demek dirêj e rolekî sereke dilîze. Herî dawî di sala 1992'an de Rûsya Tirkiye hişyar kir. Rûsya got 'Eger Tirkiye xwe paşve nekişîne, ew ê ji şerekî mezin re amade be. Heta dawî Tbang kir. Lê di 27'ê îlonê de Erdogan  peyam ji gelê Azerbaycanê re şand û got 'Çi dibe bila bibe em bi hemû hêza xwe li pişt we ne'. Çend roj şûnde medya Ermenî diyar kir ku balafira şer a Tirk, balafira şer a Ermeniyan xistiye û pilot kuştiye. Lê Tirkiye û Azerbaycan ev rastî derewand. Civaka Ermenî, ev yek wekî gefa li dijî civakên ermenî yên li ser dunyayê pênase kir. Bang li civakên navneteweyî kir û xwest komkujiya pêkan a li dijî civaka ermenî rawestînin."    AZERBEYCAN SÎHA YÊN KADANA LI DIJÎ ERMENÎSTAN BIKAR TÎNE   Abassanova bal kişand ser helwesta Kanada û wiha lê zêde kir: "Kanada droneyên (SÎHA-Balafirên Bi Çek ên Bê Mirov) dide Azerbeycanê. Kanada droneyan çêdike û dide Azerbaycan. Azerbeycan jî wan di şerê li dijî Ermenîstanê de bikar tîne. Wezîrê Derve yê Kanada Francois Philippe Champagne, anî ziman ku Kanada hilberîna SÎHA dike. Lê tu carî nefirotine Azerbaycanê. Kanada SÎHA firotine Tirkiyeyê. Piştî vê yekê Erdogan gotinên xwe guhert. Erdogan got 'Têkoşîna xelaskirina axa Azerbaycanê ya hatiye dagirkirin, erka her netewdewleta bi rûmet e' û tevlêbûna xwe ya şer aşkere kir. "    Abassanova, anî ziman ku Tirkiye komên selefî yên li Sûriyeyê şandine axa Azerbeycanê û wiha berdewam kir: "Di nûçeyan de tê gotin ku Tirkiye eskerên bi pere yên li kampên Sûriyeyê kom kirine û şandine Azerbaycanê. Eskerekî daxuyanî da çapemeniyê û got: " 'Gotin ji bo parastina xetên petrolê em we dişînin wir. Lê çawa em hatin dest danîn ser pasaportên me. Me carekê xwe di nava şer de dît û em li pêş şer dikin. Gelek esker mirin'."    Abassanova, herî dawî anî ziman ku ji bo şer bi dawî bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve divê hemû hêzên navneteweyî ji dil û samîmî bertekên xwe yên li dijî şer bînin ziman û got: "Tevlêbûna Rûsya jî û tevlebûna Tirkiye jî ya Ermenîstan û Azerbeycanê ji bo aştiyek mayinde talûke û gef e. Tevlebûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê."    MA / Gozde Çagri Ozkose