Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê 2020-10-10 09:55:38 AMED – Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Bêrîvan Guneş û Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê diyar kirin ku projeya veguherandina bajarvaniyê ya li Rezanê projeya rantê ye û divê bêyî mexdûriyet were kirin proje bê birêvebirin.  Bi Biryarnameya Serokkomariyê biryar hat girtin ku li taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezana Amedê li qadek 53 donim wek qada bi rîsk hat ragihandin û wê li vir veguherandina bajarvaniyê pêk were. Ev der wek cihê herî kevn ê navçeya Rezanê tê zanîn. Bi hezaran şênî li vir dijîn. Di etapa 1’emîn de ku wê bibe qada veguherandina bajarvaniyê 337 avahî lê hene û hezar û 354 mal lê hene. Li vê cihê ku tê xwestin veguherînin qada bajarvaniyê 7 hezar însan lê dijî. Vê Biryarnameya Serokkomariyê ya veguherandina bajarvaniyê di Rojnameya Resmî de jî hat weşandin. Hûrguliyên dê ji aliyê Wezareta Bajarvaniyê ve were birêvebirin nayê zanîn. Bi eşkerekirina projeyê re Şaredariya Rezanê li taxê dest bi hilweşandina avahiyên xerabeyî kir.    Odeyên pîşeyî yên Amedê bi metirsî nêzî vê projeyê dibin û ew dibêjin heke ev proje pêk were jî lê divê xelk neyê mexdûrkirin.    'DIVÊ ŞÊNBÛNA TAXÊ NEYÊ PIŞTGUHKIRIN’    Serokê Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Bêrîvan Guneş diyar kir ku tê xwestin bi van projeyên rê li ber rantê vedikin di bin navê veguherandina bajarvaniyê de welatî ji cihê xwe bibin. Guneş got heke ev proje pêk were jî bêyî însan ji cihê xwe werin kirin divê ji nûve şênbûna taxê were fikirandin. Guneş da zanîn ku divê şêniyên taxa Kaynartepaya Rezanê wek şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûrê neyên mexdûrkirin. Guneş got heke proje ne li gorî dilê şêniyan be ev yek rê li ber metirsiyan dê veke.    DÊ LI TEVAHIYA REZANÊ WERE SEPANDIN    Guneş anî ziman ku ev proje li pey hev wê li tevahiya navçeya Rezanê were pêkanîn û projeyên veguherandina bajarvaniyê yên li Tirkiyê ji bo rantê tên birêvebirin û ji ber vê yekê jî wê ev proje li tevahiya Rezanê bê sepandin. Guneş da zanîn kul i Rezana Kevn yanî li Taxa Kaynartepeyê plana îmarê nîne û heke şenî ji taxa xwe werin dûrkirin dê bi mexdûriyetek giran re rûbirû bimînin.    FIKARA RANTÊ    Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman jî destnîşan kir ku beriya proje were eşkerekirin ew bi Şaredariya Rezanê re ketine têkiliyê û şaredariyê bo wan gotiye xebatek wan a têkildarî veguherandina bajarvaniyê nîne. Kahraman da zanîn ku ew îro ew lê dinêrin derketiyê holê ku xebatek veguherandina bajarvaniyê ya bi dizî yan jî li pişt perdeyan tê birêvebirin. Kahraman anî ziman ku derbarê vê projeyê de fikarên wan hene û bêyî agahiya rêxistinên civakî jê hebe ev proje hatiye birêvebirin û fikara wan jî ew e ku ev proje dê veguhere rantê. Kahraman diyar kir ku ji bo vê taxê biryara ku hatiye girtin projeyên li Sûrê ji bo wan nexşerê ye. Kahraman da zanîn ku ew daxwaz dikin bêyî kes were mexdûrkirin ev proje were birêvebirin.    ŞÊNIYÊN TAXÊ JÎ DIXWAZIN NEYÊN MEXDÛRKIRIN    Şêniyên taxê jî dixwazin ku ew neyên mexdûrkirin. Lê şênî her çiqas vê daxwaziyê dikin jî lê qet bi awayek baş û êrnî liv ê projeyê nanêrin.    Ji şêniyên taxê Yûsûf Aslan diyar kir ku bi piraniya şêniyên taxê bêkar û feqîr in û heke şêniyên taxê ji mal û milkên xwe werin kirin ew nqebûl nakin. Aslan got ew naxwaze ji taxê biçe cihek din û heke projeyek tê birêvebirin bil ali gorî heqê xelkê were kirin û ew naxwazin şêniyên taxê werin mexdûrkirin .   MA / Fethî Balaman