Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir 2020-10-10 10:31:31 STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara yekem di meha nîsanê de hevdîtina bi telefonê bi malbata xwe re kir. Piştî qedexekirina çûyîna parêzeran a 6 mehan, vê carê jî mafê hevdîtina telefonê bo 6 mehan hat qedexekirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li cem wî tên ragirtin. Hat zanîn ku hevdîtina wan bo telefonê hatiye qedexekirin. Hat zanîn ku biryara sînorkirina hevdîtina telefonê ji aliyê Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdareya Miduriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê ve hatiye girtin. Biryar ji 7’ê ve ketiye meriyetê.    Ocalan piştî 15’ê Sibata 1999’an ku birin Îmraliyê cara yekem yanî 21 salan di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anîbû. Her sê girtiyên cem Ocalan jî ji sala 2015’an ve cara yekem di 27’ê Nîsanê de hevdîtina telefonê kiribûn.   HEVDÎTINA PARÊZERAN JÎ HATIBÛ QEDEXEKIRIN    Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê bi hêceta cezayên hucreyê û “Nexşerêya” Ocalan a redestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye kirin ji 23’ê îlonê ve ji bo 6 mehan çûyîna parêzeran a hevdîtinê qedexe kiribû.