ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye 2020-10-10 11:06:27 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Mehmet Okûr nayê kirin û jiyana wî di xetereyê de ye û xwest were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya xwe daxuyanî çapameniyê da. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek axivî û bi bîr xist ku girtiyê ji Efrînê Muhamed Emîr ê 57 salî li ber koronayê li Girtîgeha Elbîstanê jiyana xwe ji dest daye.   Çîçek diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê bi boneya govend gerandine cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û dest danîne ser nameyên girtiyan.    JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE    Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Okur ê li Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê û got: “Mehmet Okûr 60 salî ye Û 24 sal in girtî ne. Lig elek girtîgehan maye. Nexweşîna penceşêra prostatê pê re peyda bûbû. Nayê dermankirin. Niha jî pencaşêra mesane, nexweşîna KOAH û nodulê pişikê pê re peyda bûye. Ji ber nexweşînên wî û vîrûsa koronayê jiyana Mehmet Okûr di xetereyê de ye. Bila demildest were berdan.”