Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn 2020-10-10 11:25:21 ENQERE - Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku destûr ji bo wan nehat dayîn biçin Meydana Garê, di derketina metroya Ûlûsê de, 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn bi bîr anîn.    Malbatên kesên di Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk di derketina metroya Ûlûsê de dekom bûn û xwestin biçin Meydana Garê ya ku komkujî lê pêk hatibû. Lê polîsan destûr neda û êrîşî rêxistinên girseyî yên demokratîk kirin.  Polîsan di êrîşî de 11 kes bi lêdanê binçav kirin.    Rêxistinên girseyî dûre li hev kom bûn. Polîsan vê carê jî, bi hinceta “pandemiyê” bê navbera anonsa belavbûnê ji bo  rêxistinên girseyî kirin. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku destûr ji bo wan nehat dayîn biçin Meydana Garê, di derketina Metroya Ûlûsê de, rê li trafîkê girtin û bê navber dirûşmeyên “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin” berz kirin.     BÎRANÎN LI BER METROYA ÛLÛSÊ HAT LIDARXISTIN    Girseya ku xwest biçe Meydana Garê û rastî astengiya polîsan hatin, di derketina metroya Ûlûsê de, yek bi yek navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan qîriyan û bîranîn li dar xistin. Girseya ku navê 103 kesan bi hev re qîriyan, dûre qerenfîl danîn ser pankarta “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîrkirin” nivîsan dibû.    Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştî bîranînê belaf bûn.