Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî 2020-10-10 12:00:27 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, çû Meydana Garê ya ku destûr nehat dayîn ku malbat bikevinê û kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîranî.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû bi Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke, Serokê CHP'ê yê Enqerê Alî Hikmet Akilli û parlamenterên Enqerê Mûrat Emîr, Alî Haydar Hakverdî, Gamze Taşcier re çûn Meydan Gara Enqerê ya ku destûr nehat dayîn ku malbat bikevinê. Kiliçdaroglû li vê derê rêz girt û ji bo kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayîn, qerenfîl danî.