Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin 2020-10-10 12:07:34 AMED - Baroya Amedê xwest kongreya xwe ya 47’emîn li dar bixe lê polîsan destûr neda û bi hêceta koronayê kongrey asteng kir. Serokê Baroyê Cîhan Aydin têkildarî astengiê got: “Ji rastiyan ditirsin.”    Baroya Amedê xwest kongreya asayî ya 47’emîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Amedê li dar bixe. Parêzer çûn kongreyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan astengkirina kongreyê biryara Wezareta Karên Navxweyî ya ji bo tevdîrên koronayê ku girtibû nîşan da. Li ser vê yekê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û gelek parêzerên kom bûn li ber Navenda Çandê daxuyanî dan û astengkirinê şermezar kirin.    Parêzeran beriya daxuyaniyê ji bo qurbaniyên di Komkujiya Gara Enqereyê de canê xwe ji dest dan rêz girt û bibîr anîn.   ‘JI RASTIYAN DITIRSIN’   Pişt re Cîhan Aydin axivî û bertek nîşanî taloqkirina kongreyên baroyan da û got: “Komek dixwaze tevdîrên koronayê hin bêtir ji bo otorîterbûnê bikar bîne. Hêceta wan jî korona ye. Di hedefa vê otorîteriyê de baro hene. Dixwazin bi yasaya pirbaroyê parêzeran parçe û bêbandor bikin. Lê hesabê wan negirt. Çimkî parêzer û baro ji bo berjwendiyê na ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê têdikoşin. Kongreyên partiyên siyasî, sendîkayan, koperatîfan serbest e. Lê kongreyên baroyan qedexe dikin. Çimkî baro û parêzer li dijî xerabiyê başiyê, li dijî otorîteriyê demokrasiyê û li dijî feqîriyê û birçîbûnê edaleta dahatê dixwazin. Li dijî her cînayetên jinan azadî û ewlehiyê tercîh dikin. Li dijî şer aştiyê dixwazin. Ji ber em îradeya gel diparêzin me dixin hedefa xwe. Çimkî ji rastiyan ditirsin. Lê bila viya baş dizanibin wê parêzer nebin koleyên efendiyan.”    MEŞA BÊDENG    Parêzer bi dû daxuyaniyê re ji Navenda Çandê heta Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bêdeng meşiyan. Parêzer di dorpêça polîsan de meşiyan û polîsan meşê asteng kir.