Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn 2020-10-10 13:10:01   AMED – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê jî li aqûbeta Çayan Çîçek ê ji çavên xwe asteng bû di sala 1994’an de hat windakirin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 609’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” ji ber koronayê bi rêya vîdeoyê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Çayan Çîçek ê ji çavên xwe astengdar bû û di 27’ê gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û pişt re carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.    Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka windakirina Çîçek parve kir û diyar kir ku Çayan Çîçek li gundê bi karê cotkariyê û sewalkariyê re mijûl dibû û leşker bi ser gund de digirin wî binçav dikin û ji roja hatiye binçavkirin heta îro tevî hemû lêgerînên malbatê jî nehatiye dîtin. Yildirim anî ziman ku tevî beyan û şahidan jî rayedaran windakirinê qebûl nekiriye. Yildirim da zanîn ku dosyeya ji bo windakirina Çîçek tê vekirin û dişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bêencam dimîne û ser dosyeyê tê girtin.