Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin 2020-10-10 13:56:51 WAN – Rojnamevanên li Wanê dixebitin bi boneya nûçegihanên me jî di nav de duh 4 rojnamevan hatin girtin çûn serdana Ofîsa ajansa me ya Wanê û piştevaniya xwe eşkere kirin.    Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala duh ji aliyê dadgeha Wanê ve bi hêceta nûçeyên avêtina du welatiyan a ji helîkopterê çêkirine hatin girtin. Rojnamevanên li Wanê dixebitin Rûşen Takva, Rojda Ogûz û Arîf Aslan çûn serdana ofîsa buroya me yaWanê û piştevaniya xwe dan nîşandan. Rojnamevan Rûşen Takva û Arîf Aslan axivîn û bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe dan.