Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan 2020-10-10 14:30:26   MELETÎ – Li Meletiyê 5 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Li Meletiyê duh polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Alî Pîro, Azat Încesû, Fatma Încesû, Husamettîn Kûrûltay, Saît Pektaş û Alî Yilmaz hatibûn binçavkirin.    Îro jî cendirme û polîsan bi ser malan de girtin û di serdegirtinan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akçadagê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan binçav kirin.    Hêceta binçavkirinan nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Meletiyê.