Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban 2020-10-10 14:47:27 WAN – Şandeya DÎB’ê çû serdana malbatên Servet Tûrgût û Osman Şîban. Endamên şandeyê diyar kirin ku dewlet dixwaze ser bûyerê bigire û ji ber vê êşkenceya bi sosret jî rojnamevanan kir hedef û wan girt.    Şandeya ji endamên Koordînasyona Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû, Perîhan Koca û Salîh Zekî Tombak pêk dihat çûn serdana malbatên Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Şandeyê piştevaniya xwe ya ji bo malbatan anî ziman. Endamên şandeyê ji ajansa me re axivîn.    ‘DEWLET DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE’    Endama Şandeyê Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku dewlet ketiye pey hewldana ser niximandina bûyerê û ew ê li cem malbatê cih bigirin û destûr nedin ev bûyer were girtin. Devecîoglû got pêwîst bi têkoşînek hevpar heye ku li dijî van êşkenceyan tev bigerin. Devecîoglû anî ziman ku dewlet neçar e hesabê vê êşkenceyê bide û tu kes ne bi ewle ye.    ‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’    Endamê Şandeyê Salîh Zekî Tombak jî da zanîn ku di salên 90’î de gelek bûyerên wiha hatin kirin û ev bûyer wan salan bi bîr dixe. Tombak anî ziman ku êşkencekirina bi helîkoptêrê ya Servet Tûrgût û Osman Şîban polîtîkaya dewletê ye û dixwazin her kesî bi vê hovîtiyê bitirsînin. Tombak destnîşan kir ku dixwazin bi girtina rojnamevanan ser vê bûyerê binixîminin û girtina rojnamevanan jî wek bêçaretiyê pênase kir.