Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin 2020-10-10 15:27:55 RIHA – Polîsan li Pirsûsê bernameya bîranîna ji bo qurbaniyên Komkujiya Enqereyê asteng kir û pişt re jî Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner binçav kirin.    Rêxistinên civakî yên sivîl û HDP’ê xwest li Pirsûsê ji qûrbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê Nîlgun Çevîk û Başak Sîdar Çevîk li ser gorên wan bibîr bînin. Leşkeran bîranîna li gundê Midêba Biçûk asteng kir. Hevserokên Rêxistina HDP’a Rihayê Mîkaîl Gozek û Emîne Çetîner, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mahmût Bînîcî, Hevseroka Şaxa SES’ê Eylem Salar û gelek beşdarî bîranînê bûn.    BÎRANÎN HATIN QEDEXEKIRIN   Cendirmeyan ji girseyê re got “biryara qedexeyê heye” û li dar xistina bîranînê asteng kir. Li ser vêy kê di navber girseyê û cendirmeyan de gengeşe dest pê kir. Di gengeşeyê de dîmen û wêne girtina rojnamevanan jî hat astengkirin. Cendirmeyan tenê destûra malbatan da ku biçin ser goran. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û qerenfîlan danîn ber cihê barîkatên leşkeran.    Polîsan bîranîna ji qûrbaniyan Yilmaz Elmascan jî asteng kir. Polîsan xwest malbata Elmascan piştî nîvro tenê biçe ser gora kurê xwe.    Hevserokê Egîtîm Sena Rihayê Mahmût Bînîcî bertek nîşanî astengkirina bîranînê da û got: “Nahêlin em biçin ser gorê fatîheyek jî bixwînin. Ev jî şerma we ye. Heke fatîheyek me welat dabeş dike, gotinek em bêjin nîne.”    Girse piştî astengkirinê çûn serdana malbata Çevîk û Elmascan.    HEVSEROK HAT BINÇAVKIRIN    Piştî bîranînê Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner ji di derketina ji Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Çetîner a hêceta binçavkirina wî nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.