Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye 2020-10-10 16:48:28 HATAY – Mîmarê Derdorê Ercument Kimyon, bal kişand ser şewata daristana li Hatayê ku ji duh ve 3 navçeyan belav bûye û didome û got: "Sedema vê yekê bajarvanî, talaniya daristanê û avahiyên li zeviyên daristanê ye. Rant û talanî ye."    Li Navçeyên Îskenderun û Belenê yên Hatayê ji duh ve agir bi daristanê ketiye û dişewite. Li nêzî qada Taxa Sarimazi duh nîvro agir bi daristanê ket û belav bû. Agir di demek nêzîk de li navçeyên Belen, Îskenderun û Arsuzê belav bû. Ji ber agir belav bu Rêya Bejayî ya di navbera Îskenderun û Belenê de li trafîkê hat girtin. Agirê bi daristanê kir bandorek mezin li ser navçeyên Belen û Îskenderunê kir. Agirê li Herêmên Karahuseyinli û Nergizlik  pir gûr û geş bû û bandorek pir mezin li ser jiyanê kir. Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemirli, li Navenda Rêveberiya Agir a Hatayê daxuyanî da û got ji ber şewatê 300- 400 hektar qada daristanê bi bandor bûye û 7 daire, 11 xaniyên mustakil, 14 kargerî, 8 fabrika, 4 maşîne, 3 depo, 35 kewarê mozan û 70 welati ketin bin bandora şewatê. Waliyê Hatayê jî destnîşan kir ku şewat ji ber teqîna trafo pêk hatiye.   Endamê Meclîsa HDP'ê û Endamê Komîsyona Derdorê Bestami Çorapçi jî diyar kir ku dê ji aliyê MAPEG'ê ve li 5 navçeyên Hatayê li 9 noktayan îhaleyên lêgerîna madenê bê kirin û ev yek dibe ku bûbe sedema şewata agir. Çorapçi, anî ziman ku gelê herêmê bi sedema zarokên wan têkevin kar li dijî van kanên madenê dengê xwe nakin û wiha got: "Divê hemû gelê me li daristanê xwedî derkevin."   Mîmarê Derdorê Ercument Kimyon jî anî ziman ku dewlet û welatî ji bo parastina daristanê erk û berpirsiyariya xwe pêk nînin û wiha got: "Rêveberiya Cemaweriyê ji bo daristan û derdorê biparêze polîtîkayek samîmî nameşîne. Li her derê malên zazonan ava kirine. Di nava daristanê de malên zozanan ava kirine. Hemû qaçax in. Yê ku çavê xwe ji van avahiyên qaçax re digire dîsa ev dewlet e. Di nava zozanan de xaniyek tenê bişewite dê hemû daristan bişewite. Qadên daristanê ji mîmarê re vekirine. Ev yek bi biryara meclîsê kirin. Heta niha 600 - 700 hektar ketiye bin bandora şewatê. Agir bandor li ser 10 - 12 taxan kiriye. Van qadên ku divê bi hişmendiya civakî bên parastin tev kirine qada rantê û ji îmarê re vekirine. Li ser navê bajarvaniyê van qadan talan û wêran dikin."