Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn 2020-10-10 22:13:53       AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya ku di bîranîna kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane de axivî got: "Bi bombeyan bersiva daxwazên ji bo aştiyê dan. Çawa ku me li Enqereyê got aştî, em ê îro jî bibêjin aştî."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Şaxa Egîtîm Sen a 2'yan a Amedê li Amedê kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Yekîtya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û gelek kes tevlî çalakiya bîranînê bûn. Li kuçeya ku çalakiya bîranînê lê hat lidarxistin wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin û mûm hatin vêxistin. Di bîranînê de sînevîzyonek jî hat nîşandan.    ‘AGIR BI KEZEBÊ KET'    Hevseroka Şaxa SES a Amedê Yildiz Ok, destnîşan kir ku bi komkujiyê agir bi kezeban ket û heya berpirsiyar neyên darizandin wê ev agir netefe.    ‘EM Ê LÎSTIKÊN BIXWÎN XERA BIKIN'    Endamê TÎP'ê Mûrat Daniş, anî ziman ku ew kiryarên komkujiyê nas dikin û got, ji bo lîstikên zalim û bixwîn ên li ser gelan tên lsîtikn xera bikin û pûç bikin ew ê bitêkoşin.    Şahidê komkujiyê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Rezanê Mehmet Atli jî anî ziman ku ji wê rojê de welêt tarî ye û got, ew ê li dijî vê atrîtiyê ji bo ronahiyê xwe bi rêxistin bikin.    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê Dogan Hatûn jî got: "Bila AKP vê komkujiyê nexe stuyê DAIŞ'ê. Bi awayekî pri zelal dibêjim. AKP, kujerê hevrêyên me ye. Mudaxileyî bîranînê dikin û nahêlin bîranên bê kirin. Nexwe kujer diyar e."    Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya jî got: Bi bombeyan bersiva daxwazên ji bo aştiyê dan. Çawa ku me li Enqereyê got aştî, em ê îro jî bibêjin aştî."