Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan 2020-10-11 09:06:08   ŞIRNEX - Dayik Bediye Arzûman anî ziman ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E'yê bi zext û zoriyan re rû bi rû ne û got: "Kurê min Hamza Arzûman û 2 hevalên xwe tim bi zextan û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin."    Dayik Bediye Arzûman ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî, ji ber ku kurê wê di Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E de ye nikare biçe girtîgehê. Malbata girtî Hamza Arzûman, anî ziman ku girtiyên siyasî her tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin.    Hamza Arzûman ku di sala 2015'an de hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E'yêd e ye, telefonî malbata xwe kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye.    DOLABA KINCAN JÎ NADIN WAN    Dayik Bediye Arzûman, anî ziman ku kurê wê telefonîw ê kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye. Arzûman, anî ziman ku 6 sal in kurê wê girtiye û got, piştî 2 salan di Girtîgeha Şirnexê de maye tevî du hevalên xwe sewqî Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E hatiye kirin û piştî sewqî vê girtîgehê hatiye kirin xweşikî nikare pêwendiyê bi kurê xwe re deyne. Dayik Arzûman, bilêv kir ku Rojnameya Yenî Yaşamê û rojnameyên din nadin girtiyan û her wiha îdareya girtîgehê dest daniye ser radyoyên wan.    Dayik Arzûman got: "Em kincan û pirtûkan dişînin. Kincan didin wan lê pirtûkan nadin wan. Gava telefonî me dike, dibêje 'Halê me ne tu hal e. Tim bela xwe di me didin.' Dolaba kincan jî nadin zarokên me. Kinc li orta odeyê ne. Nexweşî heye, wan kincan werê li xwe dikin. Ji ber ku kurê min li dûra ye, ji bo sewqî girtîgeheke nêzî bê kirin belkî me 100 caran daxwazname dan lê hîn jî nehatien bersivandin. Ji ber ku kurê min li dûra ye herî dawî 2 sal berê çûm girtgehê. Em dixwazin sewqî girtîgeheke nêzîk bê kirin."    BANGAWAZÎ   Arzûman, da zanîn ku ava germ jî nadin kurê wê û her du girtiyên li cem wî û daxwazên wan ên ji bo revîrê jî tên redkirin. Arzûman, diyar kir ku her tim kurê wê û ehvalên wî dixin hucreyê û ji bo vê bang li rêxistinên mafên mirovan kir.