4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane! 2020-10-11 09:07:57   MÊRDÎN – 10 penaberên ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Qoserê ve hatine eskeran ew zevt kirine û berê wan dane nav erdên bi mayin. Ji evan penaberan 4 jê jiyana xwe ji dest dane. A.J. ku 3 rojan li qereqolê hatiye ragirtin, tiştên hatine serê wî ji dozger re gotin.    Di 5'ê Cotmehê de gava 10 penaberên ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin navçeya Qoser a Mêrdînê, cendirme çav bi wan dikevin. Li gor tê gotin; cendirme ji evana 6'an jê digirin, yek jê sînnor derbas dike û her 3'yên din jî li devere bitêl a sînor dimînin. Cendirme lembeya destan didin destê penaberekî û jê dixwazin li her sê penaberên din bigere û bi darê zorê berê wî didin devera bimayin. Gava cendirme berî wî didin devera bimayin çekê li derdora nogê wî diteqînin da bimeşe. Ji ber vê penaber jî bi çaplîka diçe devera bimayin. Gava cendirme çekê diteqînin her sê penaberên din direvin û pêl mayinan dikin. Di teqînê de 4 penaber jiyana xwe ji dest didin. Gava penaberên din ji bo xizmên xwe dikin feryad û fîxan, cendirme li wan didin.    Cenazeyê penaberan ji devera bimayin hatin rakirin û wan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat gotin, ji bo bûyer neyê bihîstin her 5 penaberên din hatine binçavkirin. Lê belê hat derpêşkirin ku penaber nehatine binçavkirin û bi hinceta li Îdareya Koçberiyê ya Bajêr cih tunebûye wan birine qereqolê. Li gor tê gotin, penaberên ku 3 rojan li Qereqola Cendirmeyan a Qoserê hatine ragirtin, sê rojan tî û birçî hatine hiştin û xeber nedane xizmên wan û gef li wan hatine xwarin. Dîsa hat gotin rewşa tenduristî ya penaberan nehatiye sehkirin û bêyî ku wan bibin nexweşxaneyê rapora wan a tenduristiyê hatiye amadekirin. Her wiha gef li penaberan hatiye xwarin ku ji bo tiştên hatine serê wan ji kesî re nebêjin û gilî nekin.    Di zabitnameya îfadeyê ya her çar penaberan de, hatiye gotin ku ew koma ewil bûne û piştî derbas bûne teqîn çêbûye. Bi darê zorê ji penaberan re hatiye gotin ku ger hûn bibêjin ji xeynî deng tiştek nebihîstine û li qereqolaa cendirmeyan bi tu miameleyeke xirab re rû bi rû nemane û bi zorê îmzeya wan li binî zabitnameyê danîne.   ‘BERA DEVERA KU BIRAYÊ MIN LÊ BÛ DIDAN'    Piştî bûyera sewqî Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hatiye kirin, bûyer derketiye holê. A.J.'yê 16 salî ku li dozgeriyê îfade da tiştên hatine serê wan gotine. A.J., di îfadeya xwe de gotiye kesê bi navê El Zûb bi hezar dolarî ew derbas kirine û gotiye: "Em 10 kes bûn. Kesê ku bernavê wî El Zûb got, ew dikaare me di sînor re derbas bike. Me jî her kê hezar dolar dayê. Li ser blokên betonî yên li sînor têl hebûn. El Zûb, têl birîn û me jî xwe di ser blokan re avêt û em derbasî Tirkiyeyê bûn. Li vê derê jî li erdê têl hebûn. Ji ber vê pantorê min qetiya. Ji van deh kesan yek jê jî kekê min Îbrahîm bû. Gava em derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn, ji nişkave me dît ku nêzî 20 esker li pêşiya me ne. Ji wan eskeran yekî jê lembeyek xist destê birayê min û jê xwest li ên din bigere. Di vê navê re esker bera derdora birê min dida. Û li pişta birayê min dida. Di vê navê re bi milê kesekî ku bi me re hatibû girt û ew anî. Ev kes bi tirkî dizanibû. Birayê min bi çaplûkan li ên din digeriya. Wê kêliyê ez hebikekî dûrî wî bûm. Piştî hinekî çû teqîneke mezin çêbû. Wê kêliyê min fêm kir ku her sê kesên ku birayê min li wan digeriya reviyane. Gava reviyane yekî ji wan pêl mayinê kiriye. Ji ber vê teqîn çêbû."    ‘CENDIRMEYA XWEST BIÇE CIHÊ BIMAYIN'    A.J., aniye ziman ku piştî teqînê gazî birayê xwe kiriye û got, lê belê cendirmeyê ku lembe daye birayê wî berê birayê wî daye cihê bimayin. A.J. di îfadeya xwe de gotiye: "Dû re me birin qereqolê. Di 6'ê Cotmehê de serê sibehê me birin nexweşxaneyê. Lê belê wê çaxê ez di wesayîtê de mam. Kesê li cem min birin nexweşxaneyê. Ez qet ji wesayîtê daneketim. Ji ber ku min tim pirsa birayê xwe dikir, rabûn ji bo teşxîskirinê min birin nexweşxaneyê. Piştî min birayê xwe teşxîs kir, min ji nexweşxaneyê birin. Cardin me birin qereqola cendirmeyan. Cendirme dît ku birayê min çûye cihê bimayin, jixwe wî jî dixwest wisa bibe. Nizanim wê bi çi awayî rapora edlî bidin min. Ji bo muayeneyê bi tu awayî min nebirin nexweşxaneyê. Min nebirin cem bijîşkekî jî."    Parêzerê A.J. jî anî ziman ku muwekîlê wî 3 rojan di binçavan de maye, lê belê der barê wî de tu biryareke binçavkirinê tuneye. Parêzer got: "Di dosyeyê de jî biryareke bi vî rengî tuneye. Nehatiye fêmkirin kî û ji be rçi wan sê rojan di binçavan de hiştine. Muwekîl got, sê rojan tî û birçî maye. her wiha muwekîl got, cendirmeyan bi zorê birayê wî şandiye devera bimayin û bi qundaxa çekê li serê wî dane û bi pehînan lê xistie. Amade yekesê navbirî teşxîs bike. Demildest divê akr û barê teşxîskirinê dest pê bike.... Li cem dozger jî ji be rbirçîbûnê û ji ber mirina birayê xwe giriya."    MA  /  Ahmet Kanbal