Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî 2020-10-11 10:04:26 AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, di salvegera mirina nivîskarê Kurd Mehmet Ûzûn de ew bi bîr anîn. Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd, di 13'emîn salvegera mirina wî de bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn bi bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de komeleyan qala jiyana Ûzûn a li sîrgûnê û xwedîderketine wî ya li zimanê kurdî kirin û dan zanîn ku li rojên xwe yên sirgûnê de jî xwedî li zimanê kurdî derketiye û vê xwedî derketinê weke stargehekê ditiye. Komeleyan, di berdewamê de bal kişandin ser xebatên Ûzûn ên wêjeyî û destnîşan kirin ku bi berhemên xwe Ûzûn bandor li civakê kiriye.