Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin 2020-10-11 10:38:30 QERS - Parêzer Sertaç Çelîkkalelî, diyar kir ku zemîna girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amade kirin û got: “Ger dadgehên herêmî di vî warî de biryara binpêkirina mafan nedin jî, ez di wê baweriyê de me ku Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME biryara binpêkirinên mafan bidin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2020’an de, 3 bajarên mezin, 5 bajar, 46 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredariyên qezenc kiribûn, qeyûm tayînê wan hat kirin. Yek ji şaredariyê herî dawî qeyûm tayînê wê hat kirin jî Şaredariya Qersê bû. Bi tayînkirina qeyûmê Şaredariya Qersê re di destê partiyê şaredariyên bajaran neman.    Ji roja ku Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca mazbataya xwe girtin û heya roja îro di hedefa desthilatdariya AKP û medya wê ya alîgir de bû. Bîlgen, ji sûcekê berê ku hatibû darizandin û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) derbarê sûc de biryara binpêkirina mafan da bû û ji dewletê 20 hezar TL tazmînat qezenc kiribû, hat girtin.      DEST PÊKÊ NIMÊJ KIR   Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’ê û endamên Meclîsa Giştî yên Bajêr jî, di nav de 21 kes serê sibeha 1’ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Wezareta Karê Hûndir Walî Turker Oksûz weke qeyûm di 2’yê Cotmehê de tayînî şaredariyê kir. Oksuz ê hat ber şaredariyê, yekemîn karê ku kir nimêja Înê li ber şaredariyê kir.    EWIL BILGEN, DÛRE ALACA    Di operasyona li dijî MYK’a HDP’ê de, ewil Ayhan Bîlgen bi 17 kesan re û dûre Şevîna Alaca bi 16 kesan re, di 8’ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.    Parêzerê hevşaredaran Sertaç Çelîkkalelî, lêpirsînên derbarê her du hevşaredaran de hatin vekirin û îdîa û sûcdariyên di lêpirsînan de cih digirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.    Prz. Çelîkkalelî, bal kişand ser girtina Ayhan Bîlgen û wiha axivî: “Bîlgen bi hinceta civîna MYK’ê ya ku derbarê çalakiyên Kobanê de belavok belav kirin hat girtin. Lê Bîlgen bi tu awayî beşdarî vê civînê ne bûye û ev bi biryara AYM’ê jî hatiye pişt rastkirin. Di heman demê de, Bîlgel ji ber vê darizandinê ji 20 hezar TL tazmînat ji dewletê girtiye. Lê ligel vê girtina tazmînatê û biryara AYM’ê jî, Bîlgen bi heman hincetê cardin hat girtin. Ev jî dide nîşandan ku biryara Qanûna Bingehîn hatiye îhlalkirin. Di darizandinên wiha de, ya esasî ne nav sûce, çalakî sûce. Çawan dibe ku kesek ji heman doz û lêpirsînê du caran bê darizandin? Teqez ev ne hiqûqiye.”     Çelîkkalelî, da zanîn ku di vê mijarê de, ewê hem ji bo Bîlgen û hem jî ji bo siyasetmedarên din serî li AYM’ê bidin.    Prz. Çelîkkalelî, ji bo lêpirsîna girtina hevşaredar Şevîn Alaca jî wiha got: “Di lêpirsînê de, daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên rêveberiya meclîsa jinê, Kampanyeya Malbatê ya Xwişk û Bira û xebatên şeredariyê yên Alaca tevlîbûne, hemû kirine mijara sûc.”    PIRSA HEVŞAREDARIYÊ    Çelîkkalelî, dest nîşan kir ku di dema lêpirsînê de pergala hevserokatiyê ji Alaca hat pirsîn û wiha got: “Di rêziknameya HDP’ê de pergala hevserokatiyê hatiye qebûlkirin. Di warê hiqûqî de, ne hatiye gotin ku ev pergala li dijî hiqûqê ye û ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê ev ne sûce û nabe ku endamekê partiyê ji ber vê yekê bê sûcdarkirin. Dixwazin Şevîn Alaca bi pergala hevserokatiyê, piştevaniya jinê û cihêkariya pozîtîf ceza bikin. Ger di vî warî de, dadgehên herêmî biryara binpêkirina mafan nedin jî, ez di wê baweriyê de me ku Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME biryara binpêkirinên mafan bidin. Ji bo vê yekê serlêdana me amade ye. Bi girtina Alaca xwestin, ji bo tayînkirina qeyûm hincetan ava bikin.”    MA / Bariş Donmez