Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye 2020-10-11 14:15:58 RIHA – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan re da û ev tişt got: “Qedexe, nîşaneya bêehlaq, bêcidiyet û bêqanûnî ye.”   Rêxistina HDP’ê ya navçeya Hewagê ya Rihayê, li avahiya rêxistina xwe 2’emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn tevlî kongreyê bûn.  Parlamenter Omer Ocalan, di kongreyê de axaftinek kir. Ocalan, bertek nîşanî operasyonên ku bi hinceta “Serhildanên Kobanê” li hemberî partiya wan pêk hatin, da û diyar ku serkeftina li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê desthilatê aciz kiriye û wiha got: “Ji ber vê yekê her roj gef li kurdan dixwin. Kurdên bêvîn idxwazin. Lê li gel vê polîtîkaya kirêt jî kurd berxwedaneke mezin derdixin holê. Wê kesên li dijî vê berxwedanê têk biçin.”   ‘QEDEXEYA TELEFONÊ BÊQANÛNÎ YE’      Ocalan, di berdewamê de bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan re da û ev nirxandin kirin: “Êdî hatine asteke pêkenok. Birêz Ocalan di 22 salan de tenê cerek bi telefonê axiviye. Qedexe ye telefonê, nîşaneya bêehlaq, bêcidiyet û bêqanûnî ye. Qanûnên xwe jî pêk naynin.”   Parlamenter Nûrettîn Maçîn jî di kongreyê de axaftinek kir û bal kişand ser zextên li ser beşên civakê yên çepgir, sosyalîst û demokratîk û banga têkoşîna hevpar kir.    Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin.    Piştî re hilbijartin pêk hat û Rabîa Aslan û Mehmet Satici, weke hevserokên nû hatin hilbijartin.