Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat 2020-10-11 14:24:43   ŞIRNEX –Li Şirnexê, li hemberî Parlamenterê Berê yê AKP’ê Suleyman Bolunmez, êrîşeke çekdarî pêk hat û Bolunmez birîndar bû.    Li Şirnexê, li hemberî Parlamenterê Berê yê AKP’ê Suleyman Bolunmez ku li kanên xwe medenê yên li bajar lêkolînan dikir,  ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşeke çekdarî pêk hat.  Bolunmez, ji milê xwe ve hat birîndarkirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û kirin bin tedawiyê. Hat diyarkirin ku Bolunmez hatiye tabûrcîkirin.  Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.