Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide 2020-10-11 14:28:07 BALIKESÎR - Xizmêdn Şeyhmûz Vurgun yê berî 13 rojan li Sûsûrlûkê, rastî êrîşa kesên nasnameya wan ne diyar hat û di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxanê de, têkoşîna jiyanê dide, diyar kirin ku hewl tê dayîn li ser bûyerê bê girtin.   Bavê 3 zarokan Şeyhmûz Vurgun, li navçeya Sûsûrlûkê ya Balikesîrê, roja 28’ê Îlonê rastî êrîşa kesên nasnameya wan ne diyar hat û ji wê rojê ve li nexweşxanê di beşa lênêrîna awarte de, têkoşîna jiyanê dide.     Leyla Vurgun a heya demekê agahî ji hevjînê xwe ne girt, diçe Qereqola Sûsûrlûkê û îlana windabûna hevjînê xwe dide. Vurgun li ser vê yekê di encama lêgerînê de, bi awayekê ji serê xwe hatî derpkirin, tê dîtin. Vurgun ê bi giranî birandarbûyî tê dîtin, radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesîrê. Ji ber ku rewşa Vurgun xirab dibe, di 8’ê Îlonê de, sewqî Nexweşxaneyeke Taybet a Manîsayê tê kirin.    Di çarçoveyê lêpirsîna tê destpêkirin de, kesek tê binçavkirin û piştî dozger îfadeya wî digire, serbest ber dide.    Xizmên Vurgun, diyar kir ku miduriyeta polîsan derbarê êrîşî de tu agahî nedaye wan û dest nîşan kirin ku dixwazin bi ser bûyerê bigirin. Xizmên Vurgun, xwestin ku bûyer bi her awayî bê ronî kirin û ji bo vê jî, banga piştgiriyê kirin.