Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt 2020-10-12 09:04:11 AMED - Li taxa Bistîn a Çermûkê Keyayê berê Abdurrahim Ekîncî, bi hinceta rêya gund di nava zeviya wî re derbas dibe, rêya gundikê Qûçika Xido girt. Şêniyên gundik doz vekirin û serî li dadgehê dan.  Li Gundê Bistîn ê Navçeya Çermûkê malbata Ekîncî mehek berê ji ber li ser mêrg û zeviyan li hev nekirin, rêya gundikê Qûçika Xido yê Gundê Xirbetal girt. Welatiyên Gundikê Quçika Xido û malbata Ekincî hev tawanbar kirin û doz birin darazê. Rêya di navbera Navçeya Çermûkê ya Amedê û Sîweregê ya Rihayê ku di gundê Bistan û Xirbetal re derbas dibe di sala 1999'an de çêkirin, piştî 10 sal şûnde dîsa nû kirin û asfalt kirin. Di sala 2011'an de malbata Ekîncî yê Gundê Xirbetal parast ku rê di nava zeviya wan re derbas dibe. Malbata Ekînciler serî li rayedarên kadastro da. Piştre rayedarên Kadastro anîn ziman ku parek rê di nava zeviya Ekîncîler re derbas dibe. Malbata Ekînciler jî bi sedema rê di nava zeviya wan re derbas dibe rê li trafîkê girt. Şêniyên Gundikê Quçika Xido ku nêzî 30 kes lê dijîn, piştî biryara malbata Ekînciler, ji bo malbata Ekincîler mêrgê xwe neçînin serî li darazê da. Rayedarên îdarî piştî vê yekê destûr neda ku malbata Ekîncî mêrgên xwe biçînin. Li ser vê yekê Malbata Ekîncîler jî rêya ku diçe Gundikê Quçika Xido li trafîkê girt. Welatiyên gundikê Quçika Xido serî li dadgehê dan.      Şeniyê Gundikê Quçika Xido Hidir Aydin, anî ziman ku ji ber rêya wan hatiye girtin mexdûr bûne û ji ber rêya wan girtiye bi vê yekê dixwazin tolê ji wan hilînin. Aydin, anî ziman ku keyayê Gundê Xirbetal Abdurrahim Ekîncî mêrga li taxa wan dajo û diçîne û wan jî ji ber vê yekê giliyê wî li Qeymeqam kiriye. Aydin da zanîn ku têkildarî mijarê serî li dadgehê dane û serlêdana sûç kirine.    Keyayê Gundê Xirbetal ê berê Abdullah Ekîncî jî anî ziman ku zeviya wî ya taybet e bi armanca malê xwe biparêze rê girtiye.    MA / Arjin Dilek Oncel