Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe 2020-10-12 09:04:53 AMED - Şivan Mehmet Yildiz, di 5'ê Cotmehê de dema li Navçeya Hênê ya Amedê li zeviyê pezê xwe diçêrand, teqemenî pêde teqiya û birîndar bû. Piştî Yildiz rakirin nexweşxaneyê bi sedema "Bi rîsk e" perçeyê şarapnelê yê ketiye sînga wî nikarin derxin.  Şivanê Gundê Zerê yê Navçeya Licê ya Amedê Mehmet Yildiz ê 23 salî, di 5'ê Cotmehê de dema li Gundê Hurê yê Navçeya Hênê ya Amedê pezê xwe diçêrand, teqemeni pêde teqiya. Yildiz, bi teqemeniyê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Perçeyekî şarapnelê li sînga Yildiz ket û birîndar bû. Pismamê Yildiz jî ji piyê xwe sivik birîndar bû. Di teqînê de 3 sewalên wan mirar bûn û 6 sewalên wan jî birîndar bûn. Yildiz ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê. Bijîşkan pitî Yildiz derman kirin perçeyê şarapnelê dernexistin. Yildiz, anî ziman ku dema çû nexweşxaneyê, bijîşk ji bo pansumanê hemşîre şandiye û şandiye cem bijîşk. Yildiz, anî ziman ku bijîşk jî piştî pansuman vekir û lê nerî gotiye tiştekî te tune ye û birîn dîsa girtiye.   Yildiz, anî ziman ku piştî nexweşxaneyê Fermandariya Cendirmeyan a Hênê bang li wî kiriye û îfadeya wî girtiye û wiha got: "Dema îfadeya min girtin gotin 'Birîna te ne mezin e. Ez sewqî nexweşxaneyê nekirim.    Yildiz, diyar kir ku piştî ji qereqolê derket ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê randevu xwestiye û wiha got: "Roja randevuyê ez çûn Nexweşxaneya Dîcleyê. Bijîşk li birîna min nerî. Got perçe nêzî damarê ye û ameliyat bi rîsk e.    Yildiz, dê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bide û alîkariya hiqûqî bixwaze.b