Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir 2020-10-12 10:02:14   MÊRDÎN – Şaredariya Qoserê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li kûçe û kolanên ku mehek berê parkeyan li wan danî, bi kemçeyan xebat da destpêkirin.    Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li kûçe û kolanên taxa Cûmhûriyetê ku mehek berê parkeyan li wan danî, xebat da destpêkirin. Komên şaredariyê bi kemçeyan parkeyên ku danibûn tev kom kirin û li qamyonan bar kirin. Hat diyarkirin ku dê şaredarî dîsa parqeyan li kuçe û kolanan deyne.     Qeyûmê Navçeyê Huseyîn Çam, xebatên ku di serê meha îlonê hatibûn kirin di cih de şopandibû û wêneyên xwe kişandibûn.