Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2020-10-12 13:02:08   ŞIRNEX - Rêveberê berê yê HDP’ê Ahmet Unver ku li Qilebanê di qezayê de birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.   Rêveberê berê yê HDP’ê Ahmet Unver ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di qezayeke trafîqê de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Unver ji ber xwîn çûye ser mêjiyê wî jiyana xwe ji daye.    Wê cenazeyê Unver li navçeya Qilebanê bê veşartin.