Endezyar Arîn Zumrut hat berdan 2020-10-12 15:10:28   AMED – Endama Desteya Rêveberiya Şaxa MMO’yê ya Amedê Arîn Zumrut ku di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû girtin, di danişîna ewil de hat berdan.     Endama Desteya Rêveberiya Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê Arîn Zumrut ku di 29’ê hezîranê de çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin îro cara ewil derket pêşberî dadger. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Zumrut a bi îdiaya “endama rêxistinê ye” dihat darizandin beşdarî danişînê kirin û parêzerên wê amade bûn. Piştî parastinên hatin kirin dadgehê biryara berdana Zumrut da.