Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê 2020-10-13 09:11:02 DERSIM - Ji Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Ahmet Şanli ku "sererastkirina hawirdorê" ya li Avzêmên Mûnzûrê seh kir, diyar kir ku li cihê ku av lê diherike beton hatiye rijandin û got: "Piştî bertekên li dijî texrîbatê kêm bûn, armanca eslî ya projeyê derket holê. Deverên baweriyê kirin cihê rantê."  Di 5'ê Tebaxê de li navçeya Pulur a Dersimê li Avzêmên Mûnzûrê di bin navê "sererastkirina hawirdorê" de makîneyên karî dest bi kar kirin. Liv û tevgera makîneyên karî ya li avzêman didome. Çendî ku şêniyên herêmê û rêxistinên civaka sivîl bertekan nîşan didin jî, tiştên li herêmê tên kirin didomin. Her wiha tê gotin wê li ser Çemê Mûnzûrê pirek bê çêkirin. Her wiha wê li ber avzêman otopark bê çêkirin. Piştî vê wê xwediyê wesayîtna wesayîtn xwe bi pereyan park bikin.     BETON RIJANDINE   Ji Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku avzêm hatne texrîbkirin. Şanli, anî ziman ku ji bo tiştên tên kirin çûye avzêman û got: "Armanca eslî derket holê. Li destê çepê yê Mûnzûr Baba qada dergehekê hebû. Ew der xera kirine û cihê wê jî dikolandin. Gotin wê cihê tê kolandin bê paqijkirin, lê belê hîn jî hin moloz mane. Li cihê ku av lê diherike beton rijandine. Lewma hêla avê ya diherike xera kirine. Qet bi baldan tev negeriyane. Li cihê ku wê dîrekên ronahiyê lê çi bikin hin deve rkolandine. Lê belê li cihên hatien kolandin hin problem hene. Gotin tenê em ê standê deynin kêleka rê. Lê belê bi hêla çiyê ve 10-15 metre vekirine. Texrîbata li avzêman niha tam derketiye holê û li ber çavan e."    Şanli anî ziman ku li qadên jiyanê yên gundiyan jî beton hatine rijandin û got: "Tişta tê kirin ji boqezenceke zêde ye. Piştî bertekên li dijî texrîbatê kêm bûn, armanca eslî ya projeyê derket holê. Deverên baweriyê kirin cihê rantê."