Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin 2020-10-13 09:12:56 HATAY - Piştî şewata daristanan a li Arsûzê, derketibû holê ku wê li cihê şewat çêbûye madena kromê bê derxistin. Lewma gelê Arsûzû li dijî vê qadên xwe yên jiyanê diparêzin.  Di 9'ê Cotmehê de li nav sînorê navçeya Belne, Îskenderûn û Arsûzê ya Hatayê agir bi daristanan ketibû û piştî 33 saetan hatibû kontrolkirin. Lê paşê dekrketibû holê ku wê li van deverên şewitîne projeyeke madenê bê pêkanîn. Piştî derketibû holê wê der barê projeyê de li Taxa Huyuk a navçeya Arsûzê civîn bê çêkirin, gelê Arsûzê bertek nîşan dan.    'NE MADEN EM JIYANÊ DIXWAZIN'    Di 12'ê Cotmehê de hat xwestin ku li navçeya Huyuk a Arsûzê civîna ji bo projeya madenê bê çêkirin. Lê belê şêniyên taxê bertek nîşan dabûn û ji ber vê civîn hatibû taloqkirin. Welatiyan li taxê pankarta li ser "Ji madenê re na, ji jiyanê re erê" daliqandin. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan tevahiya şêniyên taxê li dijî vê projeyê ne. Welatiyên nexwestin dîmenên wan bên girtin û navên wan bên aşkerekirin gotin: "Ne maden, em jiyanê dixwazin."    'QADÊN ME YÊN JIYANÊ TUNE DIKIN'    Welatiyan got: "Bila gundê me, darên me, hêvî û siberoja zarokên me rihet bihêlin. Em naxwazin. Em rihet in, kêfxweş in. Sirf ji bo çend qurîş têkevin bêrîka hin kesan wê wiha bikin. Em naxwazin. Em ê nehêlin ocaxa madenê çêbikin. Bila qadên me yên jiyanê tune nekin. Hin kes radibin agir bi daristanan dixin û hin deveran texrîb dikin."    'EM LI DIJÎ OCAXA KROMÊ NE'    Şaredarê Arsûzê Asaf Guven jî anî ziman ku ji bo ocaxa kromê neyê çêkirin di warê hiqûqî de hin serlêdan kirine lê belê hîn jî bersiv nehatiye dayîn. Guven, destnîşan kir ku tevî gel li dijî ocaxa kromê têdikoşin û got, heger ocax bê çêkirin wê zirareke mezin bide xwezayê.    Keyayê Taxa Huyukê Ridvan Anî jî anî ziman ku wê bi kromê qadên wan jiyanê tune bibin ûgot, krom madeneke giran e û wê zirareke mezin bide xwezayê. Anî, destnîşan kir ku gel naxwaze qadên jiyanê bên tunekirin û got, li cihê ku dê ocax lê bê çêkirin hin dar hatine jêkirin. Anî, destnîşan kir ku wê têkoşîna wan dewam bike.    MA / Hamdûllah Kesen