Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine 2020-10-13 09:14:21 ENQERE - Rojnamevan Dîlan Oynaş ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye ragihand ku gardiyanan ji wan re gotiye "telîmat a jor e" û betaniyên wan ji wan stendine.  Rojnamevan Dîlan Oynaş ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye, telefonî malbata xwe kir. Oynaşê bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Bav Abdulvahap Oynaş, anî ziman ku di 9'ê Cotmehê de betaniyeyên girtiyan ji wan hatine stendin û qawîşên girtiyan hatine belawelakirin.    Bav Oynaş tiştên keça wî jê re gotine ragihandin: "Îdareya girtîgehê girtiyan nerihet dike. Bi hinceta şewbê betaniyên girtiyan û nanên wan ji wan stendine. Ji wan re gotine 'telîmat a jor e.' Qawîş qelebalix in, lê ji girtiyan dixwazin navbera fizîkî esas bigirin. Zivistan tê, lê rabûne betaaniyên wan ji wan stendine. Em van pêkanînan qebûl nakin. Her roj em dibihîsin ku li girtîgehan girî bi şewbê dikevin."    Bav Oynaş anî ziman ku heger tiştek bê serê zarokên wan berpirsiyar dewlet û xwest tiştên tên kirin bi dawî bibin û betaniyên girtiyan bidin wan.    GIRTÎGEH: AMRÎRÊN PAYEBILIND    Têkildarî mijarê me telefonî Girtîgeha Sîncanê ya Jinan kir. Lê belê hat gotin ku wê tiştekî nebêjin. Girtîgehê pêkanînên heyî înkar nekirin lê belê got, qedexeye agahiyan bidin çapemeniyê, lê belê got, "amîrên payebilind" dikarin agahiyan bidin. Li ser vê me xwest em pêwendiyê bi "amîrê payebilind" re çêbikin, lê belê gotin ne mimkun e.