Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we! 2020-10-13 09:14:53 WAN – Li Wanê AKP'iyên ku çûn konteynerên kesên ji ber erdhejê mexdûr bûne û lê dimînin, ji bo tabletan bidin xwendekaran şert danîn ber xizmên wan û ji wan re gotin bibin endamên AKP'ê. Hin malbatan bertek nîşan dan û gotin: "Em heysiyeta xwe nadin bi tabletekê."  Piştî ji bo hin polan perwerdehiya rû bi rû dest pê kir, Wezîrê Perwedehiya Neteweyî Ziya Selçûk daxuyandibû ku wê tabletan bidin 500 hezar xwendekarî. Lê belê AKP'iyan li Wan ê ji bo belavkirina tabletan şertê endamtiya AKP'ê danîn ber xizmên xwendekaran.   ÇÛN KONTEYNERAN    Ji ber erdheja sala 2011'an a Wanê, li Taxa Îstasyonê ji bo hin malbatên xaniyên wan xera bûbûn konteyner hatibûn danîn. Hîn jî nêzî 200 malbat di van konteyneran de dimînin. AKP'iyên çûn cem van malbatan, gotin wê tabletan bidin xwendekaran.    Li gor agahiyên bi dest ketin AKP'î di 9'ê Cotmehê de çûne cem malbatên di konteyneran de dimînin. Lê belê ji malbatan re gotine ji bo ku tabletan bidin zarokên wan gere bibin endamên AKP'ê. Ji xeynî çend malbatan malbatên din hemû bertek nîşan dane.    Rasîm Acar ku tevî malbata xwe di konteynerê de dimîne, anî ziman ku AKP'î ji wan re gotine wê tabletan belav bikin, lê belê bi şertê ku bibin endamên AKP'ê û ji bo vê jî agahiyên nasnameya wan û wêne ji wan xwestine.    Acar, diyar kir ku hin malbatan ji bo zarokên xwe ev yel qebûl kiriye û got: "Heqekî wan ê ku gefan li gel bixwin û wan bikin endamên AKP'ê tuneye. Rewşa mirovên li vê derê li ber çava ye. Bi ser de jî tên vê rewşê bi kar tînin. Fikra min a siyasî çi dibe bila bibe, heqê partiyeke siyasî tuneye ku were bi vî awayî gefan li min bixwe. Ma tabletek çi dike? Ne te û ne jî vîna te qebûl nakin."    Suheyla Yildiz jî anî ziman ku 9 sal in di konteyneran de ne û got, heqê zarokê wan e ku ji bo prwerdehiya wan tabletan bidin wan, lê belê bi ser rewşa ku tê de ne tê bikaranîn. Yildiz got: "Em feqîr in, lê ew jî tên beramberiya kar û tabletan sûdê ji rewşa me digirin."    ‘HEKE BIVÊ BIRA KURÊ MIN NEXWÎNE'    Şêniyê kampê Îran Acar jî diyar kir ku li bajêr ên AKP'î ne têr in ên ne AKP'î ne birçî tên hiştin. Acar, destnîşan kir ku helwesteke bi vî awayî nayê qebûlkirin û got: "Ez naçim ji bo tabletekê nabim endamê AKP'ê. Heke bivê bira kurê min li mala xwe rûnê, nexweîne. Ez ranebim heysiyeta xw enadim bi tabletekê."