Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin 2020-10-13 09:16:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 1'ê Cotmehê heta niha di nava 12 rojan de polîs û eskeran di navde hevserok, rêveber û endamên HDP û DBP, rojnameger, hevşaredar, parazvanên mafên mirovan, parêzer nivîskar û welatî jî heye 94 kes binçav kirin. Dadgehê 94 kesên ku hatin binçavkirin jê 42 kes girtin û şandin girtîgehê.  Operasyonên siyasî li dijî kesên muxalif û siyaseta muxalif roj bi roj zêde dibe. Tenê di 12 rojên dawî de bîlançoya binçavkirin û girtinê nîşan dide ku tundiya li ser hêza muxalif gelek zêde ye. Li gorî nûçeyên ketine ser malpera Ajansa Mezopotamya ji 1'ê Cotmehê heta niha tenê di 12 rojên dawî de 94 kes hatin binçavkirin û 42 kes hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin û girtin de hevserok, endam û rêveberên HDP, DBP, hevşaredar, parêzer, rojnameger û parazvanên mafên mirovan jî hene. Daneyên 12 rojên dawî wiha ne.    *12 Cotmeh: Li Meletiyê di 8’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 kes hatibûn binçavkirin. Dadgehê piştî îfadeyê Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz girt, bi îdeaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê. 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    *10 Cotmeh:  Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner ku piştî çalakiya şermezarkirina komkujiya li Enqereyê eskeran ew binçavkir û li Edliyê serbest berdan, îşkence lê hat kirin û eskeran gefa êrîşa zayendî li wê xwarin.    *10 Cotmeh: Di çalakiyên 10'ê Cotmehê de polîsan êrîşî girseyan kir û 11 kesên  di bîranîna Komkujiya Gara Enqerê de komkujî şermezar kirin binçav kirin. 11 kes piştre hatin berdan.   *9 Cotmeh: Li Meletiyê cendirmeyan û polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk de bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akçadagê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan binçav kirin.    *8 Cotmeh: Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ku bi sûcê "heqaret li serokomar kiriye" hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan.   *8 Cotmeh: Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Zeynep Dûrgût ku dema li navçeya Basanê nûçe dişopandin hat binçavkirin û pîştî îfade da hat berdan.    *8 Cotmeh: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tûrgûtlû ya Manîsayê Hayrî Boku hat binçavkirin. Polîsan avêt ser mala Boku, lê belê ji ber ku ne li mal bûye ew binçav nekirine. Dû re polîsan Boku li der ve binçavkirin.    *7 Cotmeh: Parêzer Merve Nûr Dogan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku hatibû destpêkirin di 7’ê cotmehê de dema diçû buroya xwe ya parêzeriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Li dadgehê Dadger bi îdiaya ku Dogan “endama rêxistinê ye” biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.    *7 Cotmeh: Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat meşandin, polisan li stenbolê li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) operasyon pêk anî û bi ser malan de girtin. Di sergirtinan de herî kêm 15 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Hevserokê SDGF’ê Alve Ozkîraz, endamên ESP’ê Huseyîn Îldan, Çinar Altan, Omer Sînan, Hidir Yilmaz, Emrah Topaloglû, Zeynep Gerçek, Îbrahîm Gerçek, endamên SGDF’ê Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan, Nazli Yoyler, nûçegîhanê ETHA’yê Pinar Gayip, endama PM'a HDP'ê Helîn Yilmaz.   *6 Cotmeh: Nûçegihanên ajansa ame Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, piştî di 6'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, di 9'ê Cotmehê de hatin girtin. Dadgehê 2 rojnameger jî serbest berdan.    *6 Cotmeh: Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Agiriyê Atîlla Ozbay, endamê KESK'ê Emîn Yilmaz, Kamûran Barişer û Mehmet Polat ku di 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin û hatin berdan.    * 6 Cotmeh: Polîsan li Amed, Şirnex Riha, Antalya û gelek bajaren din bi ser malan de girt û dayikên aştiyê jî di nav de 9 kes binçavkirin.   2 Cotmeh: Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 rojbûn di binçavan de duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfade dayîn û biryara dadgehê heta vê sibehê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediyan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav de derbarê 17 siyasetmedaran de biryara girtinê da.    *1 Cotmeh: Li Qersê polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaredariya Qersê de girtin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli jî di nav de 21 kes binçav kirin û 8 roj şûnde 12 kes girtin.    * 1 Cotmeh:  Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin û 8 kes jî hatin berdan.