35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin 2020-10-13 10:14:18 STENBOL - Mexdûrê êşkenceya salên 1984’an Mehmet Emîn Başaran bi darê zorê ji gundê xwe tê derxistin. Li qereqolê êşkence lê tê kirin û di 10 rojan de 12 diranên wî bi penseye dikişînin. 35 sal in bi êşkenceyê, zext û girtinan re rûbirû ye û bajêr bi bajêr koçber dibe. Başaran niha jî ji bo lawê xwe Îdrîs ê girtî ku nexweş e têdikoşe.     Tê xwestin kêşeya kurd ne bi rêyên çareseriyê bi şer were çareserkirin. Ji sala 1984’an ve li bakurê Kurdistanê her şer bûye. Piştî sala 1984’an tê gotin 3 hezar gund hatin valakirin û şewitandin, 17 hezar û 500 kiryarên ne diyar qewimîn û bi hezaran niştecih ji warên xwe bi darê zorê hatin koçberkirin. Hêj bandorê vê yekê li ser îro dike. Di wê serdema nû şer dest pê kiribû û şer kûr dibû ji gundek hat valakirin jî gundê Êrkendê ya girêdayî navçeya Berweriya Sêrtê ye. Ji şêniyên gund Mehmet Emîn Başaran (Apê Şêro) mexdûrê êşkenceyê û koçberiyê ye. Esker di sala 1986’an de bi ser mala wî de digirin û wî binçav dikin û 10 rojan li qereqolê radigirin. Apê Şêro dibêje leşkerek bi navê Mustafa yê ji Dîlokê bû 12 diranên wî bi penseyê tên kişandin. Apê Şêro bi bîr dixe ku 35 sal in bajêr bi bajêr koçber bûn e.    LI QEREQOLÊ ÊŞKENCEYA GIRAN    Apê Şêro qala êşkenceya lê hatiye kirin kir û diyar kir ku dema êşkence lê tê kirin dayika wî û lawê wî Îdrîs diçin qereqolê û leşker heqaretê li wan dikin û got: “Serleşker Mustafa ji dayika min û lawê min re got ‘kurê we çû, hûn ê wî çarek din nebînin.’ Di wê kêliyê de ser û çavê min di nava xwînê de mabû û ji hişê xwe çûbûm. Pişt re di sala 1988’n de dewletê bi darê zorê min ji gundê min derxist. Me ewilî ji gund koçber kir û em çûn Edeneyê. Êşkence li kurê min Îdrîs hat kirin û di encamê de derket çiyê. Piştî ew çû zextên li ser mê zêdetir bûn.”    EW Û DU LAWÊN XWE LI HEMAN QAWÎŞÊ DIMÎNIN    Apê Şêro anî ziman ku lawê wî Îdrîs di sala 1994’an de di pevçûnekê de birîndar dibe û pişt re diçe Edeneyê û wiha got: “Haya me jê tune bû hatiye. Ez di girtîgehê de bûm min bihîst ku hatiye binçavkirin. Wî 21 roj li emniyeta Edeneyê di binçavan de hiştin. Pişt re wî şandin Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê. Piştî wîr jî anîn cem me. Ez û lawên xwe Îdrîs û Lokman di heman qawîşê de diman. Piştî 7 mehan Lokman hat berdan. Ez jî salek û nîv şûn ve hatim berdan. Îdrîs hêj girtî ye.”    JI EDENEYÊ BER BI STENBOLÊ VE    Apê Şêro destnîşan kir ku ji dosyeya ku ketibû girtîgehê pişt re ceza lê tê birîn û wiha got: “Polîs l min geriyan ku ez biçim qereqolê. Nîvê şevê ez û hevjîna xwe û keça min Mizgîn û lawê min Apo ji Edeneyê derketin û me berê xwe da Stenbolê. Ez û zarokên xwe 17 rojan li derve li parkê man. Pişt re me bi rêya nasên xwe malek dît. Piştî ku em hatin Edeneyê lawê min Lokman li Mêrsînê hat binçavkirin. Di wê navberê de nasek me ji Stenbolê diçû Edeneyê. Zarokên min din û du bûkên me li Edeneyê mabûn. Min ji wê nasê me re got bûkên me û zarokên min bîne Stenbolê. Sê rojan nêzî malê nebûye. Pişt re zarokên anî Stenbolê. Nasek me ji Êlihê hebû û me mala xwe bir cem wan.”    LI STENBOLÊ JÎ REHETÎ NABE PARA WAN    Apê Şêro da zanîn ku wî ji ber zextên polîsan rojek xweş û aram nedîtiye û ew li gelek navçeyên Stenbolê geriyaye û herî dawî li semta Yenîbosnayê ya Stenbolê bi cih bûye.    LI GELEK GIRTÎGEHAN MAYE    Apê Şêro destnîşan kir ku lawê wî Îdrîs ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Ceyhana Edeneyê de xwe şewitandiye. Apê Şêro diyar kir ku girtiyên din mudaxile kirine û lawê wî Îdrîs ji şewitandinê rizgar kirine. Apê Şêro dibêje girtîgehek nemaye ku lawî wî Îdrîs lê negerandine û herî dawî 4 sal berê niha dibin Bûrsayê û niha ew li wir tê ragirtin.    LAWÊ WÎ NEXWEŞÊ GIRAN E    Apê Şêro destnîşan kir ku lawê wî Îdrîs 27 sal in girtî ne û nexweşînên wek dil, mîde, KOAH, rovî, epîlepsî, astim, guatr,  fitiqa pişt û stûyê pê re hene û ew nexweşê giran e û baş û têr nayê dermankirin. Apê Şêro got her çiqas carna lawê wî dibin nexweşxaneye û di her birin û anîna nexweşxaneyê ji lawê wî re veguheriye êşkenceyê.    ZEXT DIDOMIN    Apê Şêro destnîşan kir ku 35 sal in her cûre zext, zilm û êşkence li wan hatiye kirin û got: “Îro jî bi hemû dijwariya xwe zext, êşkence û zilm didome.”    DAXWAZA WÎ YEKBÛN E    Apê Şêro anî ziman ku tenê daxwaziyek wî heye û got: “Daxwaza min ew e ku kurd xwedî li hev derkevin. Heke em xwedî li hev derkevin belkî ev zext bi dawî bibin. Di heman demê ev ji bo me meseleya man û nemanê ye. Çimkî Tansû Çîller hat û got ‘Ya wê biqede ya wê biqede.’ Em bûn yek ew çû, em li vir man. Heke em xwedî li hev derkevin em ê tu demê neqedin.”    MA / Mehmet Aslan