Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû 2020-10-13 13:19:44   AMED – Danişîna doza Rojnameger Rojhat Dogrû ku berdayî dihat darizandin, taloq bû.    Danişîna heştemîn a doza ku bi hinceta serlêdanên Kobanê de derbarê Rojnameger Rojhat Dogrû de hatibû vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dogrû ku berdayî tê darizandin û parêzerê wî Resûl Tamûr tevlî danişînê bûn. Piştî parastinê, heyeta dadgehê biryara rakirina kontrola edlî ya ser Dogrû da û danişînî taloqî 14’ê çileya 2021’an kir.