Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn 2020-10-13 13:20:37   STENBOL - Dadgehê 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê, li midurê karê nivîsê yê rojnameya Demokratîk Ulûsê yê berê Arafat Dayan birî.    Danişîna biryarê ya doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Weşanên rêxistinê çapkirin û weşandin” a derbarê midûrê karê nivîsê yê Rojnameya Demokratîk Ulusê yê beRê Arafat Dayan de hatibû vekirin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagalayana Stenbolê hat dîtin. Dayana beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Dayan ji Mêrsînê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.     Parêzerê Dayan di parastin kir de xwest ku muwekîlê wê beraet bike. Dûre dozger mafê axaftinê girt û xwest Dayan bê cezakirin.    Şandeya dadgehê, piştî navberek kurt, derbarê Dayan de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Weşanên rêxistinê çapkirin û weşandin” 5 sal û 10 cezayê girtîgehê birî.